Fîlmê Birakujî (Foto û Vîdyo

لا يوجد ردود
User offline. Last seen 14 سنة 28 اسبوع ago. Offline
مشترك منذ تاريخ: 22/05/2008

AVESTA - Aknews nûçeyek li ser nîşandana filmê “Birakujî” li Almanyayê weşand. Fîlmê Yilmaz Arslan dê di 27’ê adarê de li sînemayên Ewropayê ji temaşevanan re bê nîşandan. Fîlmê “Birakujî”?

Sînopsîsa fîlma”BRUDERMORD” anko Brakujî (90 deqîqe - 2005):

“Azad xoretekî kurd e dev ji welat berdide û berê xwe dide Ewropayê ji bo ku tev birayê xwe Şemo be.

Gava Azad digihêje Almanyayê dikeve navenda penaberan, li wir rastî zarokek sêwî tê, emrê wî 9 sal in û navî wî Îbo ye, di navbera herdu zarokan de hevaltiyek mezin diafire.

Azad û Îbo rastî hovîtiya du birayên tirk tên, herdu hevalan gellek bûyerên trajîk derbas dikin”.

Fîlm xuya dike ku mirovê kurd ne tenê li welat rastî azar û kuştinê tê, her wisa li welatê xerîbiyê dîsa êş û mirin heye.

yilmaz-arslan

Yilmaz Arslan di fîlma xwe de behsa gelek mijaran kiriye, xerîbî, neyartî navbera civaka kurd û tirk li Almanya, laşfiroşî, evîn….hwd.

Birakujî yekemîn fîlm di sînameya kurdî de ku xebata PKK rexne dike, Yilmaz Arslan bi riya lehengê fîlma xwe Azad rexneyên giran li şeweya xebata PKK dike.

Yilmaz Arslan xelata Leoparda zîvî di festîvala Locarno - Swîsre wergirtibû.

Têbînî: Fîlm gellek hêjayî temaşekirinê ye, fersenda temaşekirina “Brakujî” wenda nekin.

Amadekirin: Zinar Ala

FOTO