الشاعر الكردي العظيم جكر خوين kurte jiyana seydayê cegerxwîn

13 ردود [اخر رد]
User offline. Last seen 12 سنة 24 اسبوع ago. Offline
مشترك منذ تاريخ: 11/03/2007

ez dıxwazım dı serîda lêburîna xwe ji hevalên xwe hêlîn u dêrsim bixwzim ji ber ku wan jî berî niha li ser kurte jiyana seydayê ceger xwîn nivîsandin ez sipasiya wan dikim ez lêburînê ji wan dixwazim
lê ez dixwazim li ser kurte jiyana seyda binivîsim tenê bi kurdî ji bo kesên ku bi erebî nizanin naxwînin bi kurdî bixwînin
yanî yên li parçên din ji kurdistanê

u sipas ji bu kesên ku xwe êşandin u li ser kesayetek pir mezin u girîng di dîroka kurdistan u kurdistana rojava da rawestîyan

sipas care din

ceger xwîn

Navê wî Şêxmûs e

Navê bavê wî hesen

yê diya wî Ayşan bû Hesen
kurê Mihemed, Mihemed kurê Mehmûd, Mehmûd kurê Elî ye

Li gora Cegerxwîn gotiye ev Elî digel birayê xwe, ji nav gurdilan, ji gundê Pêkendê hatiye Hesarê, nav dekşûriyan, Hesar bi kercosê ve ye û dikeve rojavayê Heskîfê.

Hesen keçek û du kur hebûn. Keça wî Asiya nuxwiriya wî bû. Di pey keçekê re xwedê kurek da bûyê, binavê Xelîl. Di pey re û di sala 1903an de Şêxmûs di gundê Hesarê ji diya xwe bûye.

Di sala 1918de li Amûdê bavê wî çû rehmetê hîn Şêxmûs hêja kiçik bû û li cem birayê xwe dima.

Di sala 1919an de diya wî Eyşan li gundê Bêdir-memo çûye ser dilovaniya xwe.

CEGERXWÎN pêlakê li cem xuşk û birayê xwe maye.

Di sala 1920de çuye xwendegeha Olperestî û çend salan li ser hev li kurdistan Sûriya, Îraq û Îranê jî li xwendinê geriyaye û rewşa gelê kurdistanê baş nas kiriye.

Di sal 1948de Cegerxwîn bûye hevalê partiya komonîstê Sûriya.

Di sala 1949 de cara yekemîn bû ko Cegerxwîn hatiye girtin.

Di sala 1950 de Cegerxwîn dikeve civata Aştîxwazên Sûriya û bi wan re kar dike.

Di sala 1954de Cegerxwîn pêşkêşî perlemana Sûriya bû ji aliyê komonîstan ve.

Di sala 1957de Cegerxwîn ji komonîstan dûr dikeve û di wê salê de Cegerxwîn û hevalên xwe rêxistina AZADÎ sazdikin û piştî pêlakê Cegerxwîn û hevalên xwe rêxistina fesix dikin û bi Partiya Dîmoqratî kurdî re dibin yek.

Di sala 1959 de Cegerxwîn direve Îraqê û 3 sê salan lii wir dibe mamosteyê zimanê kurmancî li Zanîngeha Bexdayê beşê kurdî û dersên kurmancî dide xortên kurd.

Di sala 1962 de hukûmeta Îraqê bera Cegerxwîn dide û ew û zarokên xwe vedigerin Sûriya, Cegerxwîn tê girtin û piştî pêlakê tê berdan.

Di sala 1963 de dîsa Cegerxwîn tê girtin û dikev Zindana (MEZE) li bajarê Şamê, lê piştî pêlakê tê berdan lê wî nefî dikin û dişînin bajarê (Siweyda) nav Durziyan, lê piştî pêlakê tê berdan û vedigere bajarê xwe Qamişlo.

Di sala 1965de Cegerxwîn dibe endamê komîta merkezî ya partiya Dîmoqrat ya Pêşverû ya kurd li Sûriya û heta dawiya jiyana xwe endamê partiya xwe dimîne.

Di sala 1969de Cegerxwîn diçe kurdistana Îraqê nav şorişa kurdî û nêzîkî salekê li wir dimîne û li wir dîroka şorişê dinivisîne(1969).

Di sala 1970 de Cegerxwîn ji kurdistana Îraqê vedigere Sûriya.

Di sala 1973 deCegerxwîn direve Libnanê û dîwana xwe ya 3 sisiya KÎME EZ? û Salar û Midya li wir çapdke.

Di sala 1976 Cegerxwîn vedigere sûriya û heta sala 1979 li wir dimîne.

Di 3/8/1979 de Cegerxwîn ji Sûriya direve û diçe dewleta Swêd û (5) salên xwe yên dawî ji jiyana xwe derbas dike.

Di 22/10/1984 de li Bajarê Stokholmê Cegerxwîn serê xwe danî û çûye ser heqiya xwe.

CEGERXWÎN di hewşa xaniyê xwede li bajarê Qamişlo hatiye veşartin.

Zarokên wî ên ko lid û hiştine du kur û pênc keçin: Sînem,Keyo,Gulperî,Rojîn, Beniye, Azad, Selam(Aşitî).

Neviyên Cegerxwîn (26) kesin.

Jibo zanîn

Mixabin ko di JÎNENÎGARIYA Cegerxwîn de salên 1969, 1973, 1976 ne hatine

Nivîsandin û pir diriste ko bavê min jibîr kirine.

Keyo Cegerxwîn

BERHEMÊN CEGRXWÎN YÊN ÇAPKIRÎ

1- Dîwana yekem (Pirîsk û Pêtî) 1945 Şam
2- Cîm û Gulperî çîroka yekem 1948 Şam

4- Dîwana diwem (Sewra Azadî)1954 Şam

5- Reşoyê Darê çîroka diwem 1956 Şam

6- Destûra Zimanê kurdî 1961 Bexda

7- Ferheng perçê yekem 1, 1962 Bexda

8- Ferheng perçê diwem 2, 1962 Bexda

9- Dîwana siyem (Kîme Ez?) 1973 Beyrûd

10- Salar û Mîdya 1973 Beyrûd.

11- Dîwana çara (Ronak) weşanên Roja Nû 1980 Stockholm.

12- Dîwana pênca (Zend-Avista weşanên Roja Nû 1981 Stockholm.

13- Dîwana şeşa (Şefeq) weşanên Roja Nû 1982 Stockholm.

14- Dîwana hefta (Hêvî) weşanên Roja Nû 1983 Stockholm.

15- Dîwana heşta Aşitî) weşanxana kurdistan 1985 Stockholm.

16- Tarîxa Kurdistan 1 wşanên Roja Nû 1985 Stovkholm.

17- Tarîxa Kurdistan 2 weşanên Roja nû 1987 Stockholm.

18- Folkklora kurdî weşanên Roja Nû 1988

19- Jînenîgariya Min weşanên Apec 1995 Stockholm.

20-Tarîxa Kurdistan 3 weşanên Roja Nû 1999 Stockholm.

21- Şerefnameya Menzûm- Şerefxanê Bedlîsî, Çapxan Emîral-Beyrûd 1997

ji tîpên Erebî hatiye wergerandin bi tîpên kurdî. Werger Dîlawer Zengî.

Berhemên Cegerxwîn yên ko hatine wergerandin bi zimanê Erebî

1- Tarîxa Kurdistan 1 werger Xalis Mesûr, çapxana Emîral-Beyrûd 1/7-1996.

2- Reşoyê Darê werger Tewfîq El-Huseynî, çapxana Al-Sabah 1986. ?

3- Jînenîgariya Min werger Ciwan Eyo û Dîlan Şewqî, çapxana Dar bafet lilneşir weltibae 2001.

4-Tarîxa kurdistan 2 werger Xalis Mesûr çapxana 2003.

Berhemên Cegerxwîn yê ne çapkirî nêzîkî 30 pirtûkî hene.

Berhemên Cegerxwîn yên ko tercume Tirkî bûne

1- Jînenîgariya Min ji aliyê Evrensel Basim Yenî.Îstanbul 2003.

NIVIŞTÊN CEGRXWÎN YÊN NE ÇAPKIRÎ

1- Dîwana Seydayê Cizîrî (Şerih)

2- Dîwana Seydayê Ehmedê Xanî (Şerih)

3- Çend Şorişên kurdên kevnare

4- Destûra kurdistanê (Şiir)

5- Awa û destûra zimanê kurdî ( Grmatîk) bi latînî

6- Hozan û torevanên kurdistanê perçê 1(tercume)

7- Hozan û torevanên kurdistanê perçê 2(tercume)

8- Ferheng (Latînî)

9- Kurd. Basîl Nîkîtîn (tercume)

10- Mînoriskî (tercume)

11- Lêkolîna li ser rojhilata navîn

12- Hespên ristevanên kurdistan

13- Leyla û Mecnûn (tercume)

14- Li ser instîtûta kurdî li Lênîngrad

15- Ûsiv û Zelîxe (tercume)

16- Ristê hin ristevanan

17- Gotinên Pêşiyan

18- Hesenê Mûsa (Çîrok)

19- Nivîsar (Hin nivîsar)

20- Çîroka xortê Îranî (tercume)

21- Dewleta Mahabadê (tercume)

22- Dewleta Eyûbî li Yemenê

23- Çîrokên kurdî

24- Kêferat li ser kurdistanê, Xalifîn (tercume)

25- Tarîxa benî Eyûb perçê 1

26- Tarîxa benî Eyûb perçê 2

27- Tarîxa benî Eyûb perçê 3

28- Baqismatê reş-Çîrok (tercume)

29- Çûforê kemyona sor

30- Nivîsarek lisr dîbaca seydayê Xanî

31- Dîwana Cegerxwîn 1927

S A L A R

User offline. Last seen 16 سنة 5 اسبوع ago. Offline
مشترك منذ تاريخ: 06/10/2006

بالعكس zendevîsta بشكرك جزيل الشكر واتمنى انو الكل يكتب باللغة الأم
زور سباس zendevîsta

User offline. Last seen 13 سنة 5 اسبوع ago. Offline
مشترك منذ تاريخ: 08/07/2006

زور سباس سالارررررررررررررررررررررر على الموضوع وخاصة لانو باللغة الكردية :wink:

ومتل ما قالت ديرسم ياريت الكل يكتب باللغة الكردية :P

Him
User offline. Last seen 13 سنة 27 اسبوع ago. Offline
مشترك منذ تاريخ: 04/05/2006

sipas ji teri salaro
xwedi êwkte pirbiki
her bijî hi teri
أشكرا عزيزي سالار

User offline. Last seen 12 سنة 51 اسبوع ago. Offline
مشترك منذ تاريخ: 21/04/2007

ممكن يا اخ ديوان شعر جكر خوين لوسمحت (الكتاب الالكتوني)

User offline. Last seen 14 سنة 19 اسبوع ago. Offline
مشترك منذ تاريخ: 23/12/2006

sipas salare heja ji bo van gotinen xwes li ser seydaye heja ceger xwin

انا واخ ديرسم رح نسامحك هالمرة
بس المرة الجاية مايصير تكتب متل مواضيعنا :wink:

عم امزح وانا بتشكرك كتير لانك كتبت باللغة الكردي

يسلمو ايديك

بانتظار المزيد

User offline. Last seen 12 سنة 24 اسبوع ago. Offline
مشترك منذ تاريخ: 11/03/2007

سباس شباب عالمرور الجميل :wink:

User offline. Last seen 14 سنة 6 أيام ago. Offline
مشترك منذ تاريخ: 23/04/2007

زور سباس أخ سالار
على الموضوع وخاصة لانو باللغة الكردية

صورة  به روه ر's
User offline. Last seen 7 سنة 18 اسبوع ago. Offline
مشترك منذ تاريخ: 15/09/2006

Sipas Salar
ev gotine te bi kurdi pir xwesin
u xwede bike em tev bikurdi bizanin
u zoooooor sipas

Mem
User offline. Last seen 14 سنة 37 اسبوع ago. Offline
مشترك منذ تاريخ: 23/04/2007

dîwana 3 kîme ez

geleg sipasî bote zendevîsta

User offline. Last seen 16 سنة 37 اسبوع ago. Offline
مشترك منذ تاريخ: 12/07/2007

سباس سالار على الموضوع الاكثر من رائع ... بانتظار المزيد من ابداعاتك

User offline. Last seen 12 سنة 24 اسبوع ago. Offline
مشترك منذ تاريخ: 11/03/2007

سباااس خوش

شكرا عالمرور الجميل

تحياتي

سالار كاباري.......

User offline. Last seen 4 سنة 51 اسبوع ago. Offline
مشترك منذ تاريخ: 08/10/2007

[B]zendevîsta[/], يسلمو ايدك اخي العزيز وكل الشكر لجهودك المبذولة

بما قدمته لنا عن هذه الشخصية الكوردية العظيمة ......

زور سباس .........[/]

User offline. Last seen 12 سنة 24 اسبوع ago. Offline
مشترك منذ تاريخ: 11/03/2007

Quote:

يسلمو ايدك اخي العزيز وكل الشكر لجهودك المبذولة

بما قدمته لنا عن هذه الشخصية الكوردية العظيمة ......

زور سباس .........[/color]

سباس خوش نيسان :wink: