(1948- 1918)مؤلف النشيد الكرديDildar
(1948- 1918)مؤلف النشيد الكرديDildar
--------------------------------------------------------------------------------
Dildar yek ji wan helbestvanê navdar e li Kurdistana Iraqê. Navê wî yê rastîn Yunis Rauf e, wek gelek nivîskarên kurd wî jî, ji xwe re naznavek dîtiye: Dildar, bi salan bi vî navî ve hatiye naskirin. Dildar di sala 1918-an de li bajarê Koye (Koysancax) hatiye dinê.
Dibistana pês,în li Raniyê, dibistana navîn jî li bajarê Erbîlê di sala 1935-an de qedandiye. Pis,tî xwendina navîn ew diçe bajarê Bexdayê li wira zanîngeha dadimendiyê diqedîne, çend salan wek awukat kar dike.
Di van salan de dest pê dike doza xizan û belengazan diparêze, li dijî neheî û zordestiyên li welêt û li derveyî welêt dengê xwe bilind dike. Ji aliyê din mijûliya wî ya li ser edebitata cîhanê û rohilatê zêdetir dibe, dîroka Yunan, Fransê, Tirkiyê û edebiyata van welatan gelek bala wî diks,îne.
Li s,ûna awûkatiyê, ew wek warê xebatê ji xwe re helbestvaniyê hildibjêre. Di helbesivaniya Dildar de tema here balkês, bêguman tema welatparêzî û janên mirovatiyê ne.
Kurdistan bûye kakilê tema efrandinên wî, bi taybetî helbestên wî yên bi navê
Ey Raqîb û Kurdistan ji helbestiyê derketine, li ser zar-zimanê gel wek kilam-stran jîndar mane. Bi taybetî helbesta wî ya bi navê Ey Raqîb di nav gel de gelek belav bûye, wek straneke popûler hatiye nas kirin. Di dawlyê de, ev helbesta di sala 1946-an dema Komara Mahabadê tê saz kirin, dibe mars,a vê dewletê û heta niha jî wek mars,a kurdan ya neteweyî tê bang kirin.
Di salên s,erê Cihanê yê Duwemîn de helbestên Dildar li ser bingehekî gelek demokrat û mirovhez tên nivîsîn. Dildar ji aliyê din di bin bandûra edebiyata Fransî de jî maye, ji helbestên La Fontaine, La Martine wergerandiye zimanê kurdî.
Çend kurteçîrok jî nivîsîne û di kovara Gelawêj de hatine wes,andin, ji wana çend heb jî wek destnivîsar mane. Dildar di sala 1948-an de, dema ku dikaribû gelek berhemên mayîn pês,kês,î gel bike, di dawiya mirineke bêwext diçe rehmetê. Lê belê berhemên wî wek Ey Reqîb îro ji sînoran derbas bûne û wek efrandinên nemir di nav gel de belav bûne û dijîn.
li pirtuk a Antolojiya Edebiyata Kurdî I
(amadekar: Mehmed Uzun)]
supas :mrgreen: :mrgreen: :mrgreen: :mrgreen: :mrgreen:
spas- her bje derk
الله يعطيك العافية
sipas
سباس على هذه المعلومات القيمة
رام يار ممكن طلب
ليش ما نشرت النشيد الوطني اذا في عندك
رجاءا تبعتلي ياه
وسباس رام يار
sopas je bo we
والله حاولت كتير انو إقرأ لكن ماضلعت معي ولكن شكرا على كل حال
sopas Ramyar, :wink:
:D