Helbest: Ciwan Dêrikî : Aldarê yekîtiyê ( diyarî giyanê pakrewan Bawer Dêrikî*)

لا يوجد ردود
مشترك منذ تاريخ: 13/05/2012

Ey bêhna kulîlkên Makoyê!
Şîrava nêrgiz û şilêrên Zagrosî,
Bazê destzêrîn,
Şagirtê Kelha Dimdimê!
Hingivê te çêkirî
Evîndarên azadiyê.. li Dêrika Hemko
Rakirin serhildanê.
Di kelegerma havînê de
Demjimêr 2
Roj 21ê tîrmehê
Sal 2012..
Tu bûyî seralayê azadîxwazan.
Direhên di nava dil de hatîn çandin
Te korkirin,
Bi awirekî te li ber bayê çûn.
Bi qîreka te pêlda derya Derikiyan
Bû tsonamî,
Lêmişt avête qeraxan,
Û ala sêrengî bost bi bost te diçikiland.
Navend û dezgeh,
Sazî û Baregeh
Dêr û mizgeft,
Tax û çarçî,
Kolan û ezman
Û .. gund û bajar
Dijîn azadî,
Diqîrin azadî,
Diweşînin azadî…
Erê ... havîna me mêza xwe raxistiye
Ji kenê Bawerî,
Bixwin rûmtê!
Vexwin şîrava kulîlkên biharê!
Bese nanê pûrisandî..
Nanê tisî!
Ev zeviya zana ye,
Buxçê hosta ye,
Qaqba hebunê ye,
Cergê dayîka Bawerî ye..
Levbidin peyalan,
Hildin cama serketinê,
Cama rêxistin û yekîtiyê.
Ev çêja hingivê Bawer Makoyî ye
Ev kenê baweriya ji dêmê wî dibare ye,
Mizgîniye..
Pehîza temenê çewisî.. wergerî bihara bixeml
Û îro bêndera xwe radikin.
Gewdê kerixî nûvejen dibe,
Bi ser xwe ve tê..
Bêhna miraran hew ji vê axê tê,
Êksîra lêvên Bawerî bawerî da
Sax û miriyan..
Ho kurdo!
Ho mirovo!
Va ye nama me
Va ne pêxemberên me,
Va ye rêziknameya jiyanê
De bistirînin azadiyê
Belavbikin hingivê baxê Bawer Makoyî!
Bila birçî li rûyê zemînê hew bimînin.
23\7\2012
*Bawer Dêrikî (Bawer makoyî) şoreşgerek ji rojhilatê kurdistanê- bajarê Makoyê bû, roja 21ê tîrmeha 2012an tevî ku rewşa wî ya tenduristî nebaş bû, kete pêşiya gelê Dêrika Hemko û êrîş bir ser navend û baregehên ewlekariyê yên hêzên rijîma Sûrî û bajar rizgar kirin, di encamê de bi giranî birîndar bû û piştî du demjimêran jiyana xwe ji desda, bi dehezaran gelê Dêrikê li canê wî xwedî derket û ew birin goristana pakrewan Xebat bi cih kirin.