Çend pend,galal û metelok

4 ردود [اخر رد]
User offline. Last seen سنة واحدة 51 اسبوع ago. Offline
مشترك منذ تاريخ: 01/10/2007

 

 

Çend pend,galal û metelok

Agir bi agir nayê vemirandin

Ava hêdî min ecêb jê dî

Axîna vî destî ji vî destîre namîne

Agir bi dehlê keve, hişk û ter tevda dişewitin

Av di gola de genî dibe

Av û ar tucar nabin yar

Ava xwestî naçe hastî

Bar bare, serbar neyare

Başkiro bi xwe kiro, xerab kiro bi xwe kiro

Bawerî hêza jiyane ye

Bedewî nayê veşartin

Benîştê dêhna ji ritlêye.

Bilind nenêre nizim nekeve

Bira biraye bazar xuyaye

Bîra avê jê vexwe kevra navêjê.

Bi pirs ji kalê zemana û ji xortê geryayî

Bela ji derê bê guman tên

Berxê nêr ji bo Serjêkirnêye 

Bi gulekê bihar nayê

Bela mero ji ber nigê merov tê

Bîr bi derziyê nayê kolan

Bila hindik be bila rindik be

Bilûra liber gaye çira liber koraye

Birîna vekirî mirov xwe naxiyê

Bûka liser hespê kes nizane nesîbê kê

Ê deva xwedî bike deryê xwe bilind dike

Ê here masiya divê qûna wî şil bibe.

Ê li hespê xelkê peyaye.

Ê ne ji malkê nizani bi hewalkê.

Ez bê ez tu bê ez wê kî here ber pez.

Ez dibêm çi û tembûra min dibê çi?

Ez mîr û tu mîr wê kî bibe wezîr

Çêkiro bi xwekiro  xerab kiro bi xwe kiro

Çiqasî dûre hewqasi bi nûre

Çiqas mar fetla bide xwe disa ji we rast here qule

Çû heyfa bavê qûn liser kir.

Destê vala deng jê nayê

Dar û devî bi guhin

Dîkê çê di hêkê de azan dide

Dengbêj gula govenda na

Diz ji malê be ga di kulekêra derdikevê

Dost di roja tengda beludibe

Dûr bi nûr

Dilê bi xezeb naghîje mirada

Du zebeş bi destekî nayên girtin

Dil bi dila zane

Dewê ceribandî ji mastê ne ceribandî çêtire

Dema dayik dimire bav di be mam

Dengê defê ji dûr ve xweshe

Dermanê hertiştî xwêdeye dermanê xwêde tuneye

Extiyarî dojeha jiyanê ye 

Fistanê qîza sore, çavê xorta kore

Ga dikeve kêr lê pir dibin

Giyayê hewşê  tahle

Giya di bin kevira da namîne

Go Erebê çima quzê te reşe, go malê min eve

Go koro tu çi dixwaze go çav.

Gotina rast sûnda naxwaze

Gotnê êvara dikevin qulê dîwara

Golikê malê ji gayê malê natirsê

Girt bi şîrî bernada bi bîrî

Her dîk li ser lûsê xwe bang dide

Hesîl xirana be hingiv genî nabe

Her teyr bi refê xwera difıre

Her dînsisek îmansisek jêre lazime

Hesin hesin dibire

Hespê çê êmê xwe zêde dike

Her giya li ser koka xwe şîn dibe.

Herkes mêrê roja xweye

Hespê nêr ji simê xwe şer nake

Hînbûyî ji harbûyî xerabtire

Însanê bê esas ne dibe tevr ne dibe das

jiyana mezluma ji yê zalima dirêjtire

jahr ji celiyên mara qut nabe.   

Ji ava bi deng diherike bitirse

Ji bo mirov jiyan nehatiya dayin, hatiye kirêkirin

Ji piçûkan xeta ji mezinan efû

Ji kar netirse bila kar ji te bitirse 

Ji tirşkê re xal û xwarzê û ji şera re ap û birazê

Kê dinya dot ê ku kirî û firot

Kese ku mirinê bibîne bi nexweşiyê razîye

Kesek  nabêje dewê min tirşe

kera nebin nav kera da ji hev fêrnebin tir û fisa

Kevirê giran di ciyê xweda başe

Kevrê havîna bavêj pişt kulîna

Kesê sîra nexwê bêhn jê nayê  

Keçel hekîm bûya wê dermanek ji serê xwera bidîta

Kûcik goştê kûcik naxe

Ku pişta min heba zikê min ne di êşiya.

Kurmê şîrî ta pîrî

Kurmê  darê ji darê ye

Ku tu neke bi ya mezina wê quloçê te bibin wek yê bizina.

Ku tu çuyî bajarekî kora çavekî xwe bigre

Ku tu bibe hasp wê siwarê te zêde bin

Lêv ji diranan  pêştirin

Li welatê çav kora şaş dibin qıral

mala pîrê stara pîrê

Mala têr jin xerabû ji bin.

Masî di behrê di nayên kirîn

Mirov bi pirsê diçe Qudsê

Mih bi nigê xwe û bizin bi nigê xwe

Mih nedîtî nayê kirînê

Meznaya bi qala (gotina) nabe sala

Navik mezin li gundek kavil.

Nikare bi kerê dire kurtên.

Ne çixara ber bê, ne kutana nav kayê.

Ne ji gelaca ba wê gur û mî bi hevre bimeşiyana

Ne sar li te tê ne germ li te tê.

Pîrê bawer nekir mêrkir dawa next û hefteka kir.

Piştî tengasîya firehîye.

Pênûs ji şûr bi hêztire.

Pel mara razayî neke.

Qenciyê bike bavêje avê.

Qûna tazî tenbûrê di xwazî

Rastî tehla.

Rastî şûrê Xwedêye.

Rakirina Zorê ji zordara nexwazin.

Rovî nedi çû kulê  hejik bi dûvê xwe   vedikir .

Rî dibe bost lê dujmin nabe dost.

Riya dirêj ji gava biçûk dest pê dike.

Roja xweş  ji sibêda kifşe.  

Rovî du cara nakeve xefkê.

Sere berjêr naye jekirin.

Serê bê namûs cinetê nabîne

Serê qijika qelî jê çênabe.

Serê du berana di beroşkêde nakele

Serê keçel başe di bin kumde

Ser pêhatî ji hekîmê loqman çetir dizane

Şûjna di çavê xwede nabîne derziya di çavê xeynî xwe di bîne

Tenûr bi tir û fisa germ nabe

Tirek û du tir li cem tireka wek hevin

Tifka sayî şerm bike ji xweyî

Tir li ku û das li ku

Tu diz be şevê reş pirin

Tu çi biçînî tê wê hilînî

Xebera xweş mar ji qulê dertîne

Xwar rûnê û rast bi axif

Xwelî li wî serî ku heft serî jê  ne êşin

Xweliya mêr û jinê ji heve

Xwediyê sebrê bûye mîrê Misrê

Xwedê  çiya dibîne berfê lê dibarîne

Yê dara dixwe ne weke yê dijmêre

Yekî ne go mendo kerê te bi çendo

Yê tiştekî nizanibe tiştekî ji bir nake

Wek sêwiyê eba bavê xwe li xweke

Va şar û va minşar

Di gel rêz û silavên birayê We

Dilbend

 

 

Sipas

المرفقالحجم
Agir bi agir naye vemirandin.doc‏51 ك.بايت
صورة  Berfen's
User offline. Last seen 6 سنة 9 اسبوع ago. Offline
مشترك منذ تاريخ: 02/09/2009

Dest xeş Dilbirîn

gelekî kêf xeş bûm bi van metelokên rengîn û biha

zor sipas ji tere

User offline. Last seen سنة واحدة 51 اسبوع ago. Offline
مشترك منذ تاريخ: 01/10/2007

Gelek sipas ji bo te û ji bo nerîna te berfîn ez bawerim navê te berfîne

ji dil gelek sipas   û her dem tiştê nûh   ji bo kar û barê çanda kurdî û toreya kurdî  

Gelek sipas

صورة  Derya1988's
User offline. Last seen 11 سنة 38 اسبوع ago. Offline
مشترك منذ تاريخ: 24/07/2009
destê te saxbin hevalê hêja 
sipas

لكي تحافظ على أحترامك لنفسك من الأفضل أن تزعج الناس بفعل ما تعرف أنه الصواب على أن ترضيهم بفعل ما تعرف أنه الخطأ.....

صورة  Shahgul's
User offline. Last seen سنة واحدة 52 اسبوع ago. Offline
مشترك منذ تاريخ: 27/09/2007

destê te saxbin barayê dil birin babete ke pir bi kêr hatiye û xweşe ... em bi hêviya zêrê ji wilo birqandî tirin ji camêrê weke te , û zor , zor sipas birawo

اللهم صل على سيدنا محمد وعلى آله وصحبه وسلم.