Zimanê me
Em çima li ser zimanê xwe naxebitin ?
Em çima zû zû bi zimanê dagîrkeran dinivîsin?
dîsan jî dereng nîne li zimanê xwe xwedî derkevin.
Zimanê Kurdî jî yek ji zimanên herî dewlemend di gerdûnê da ye.Yek ji sebebên ku dewletên dagîrker nahêlin zimanê me bi awayekî fermî bê xwendin ev e ku ewan hay ji vê rastîyê heye û zimanên xwe hember yê me biçûktir dibînin, hewl didin rîya peşketina kurdî bigirin.
Govara firensî ya Le Français Dans Le Monde (hejmara 355, janv. fev .sala 2008), di nivîsarekê da lêkolînek li ser derecebendîya 88 zimanên her girîng yê gerdûnê weşandîye ku zimanê kurdî jî di nav wan da cih girtîye.
Lê xala balkêş ev e ku zimanên tirkî, farisî u erebî heya niha bi salan bi çalakîyên fermî yên dewletên xwe gihîştine vê radeyê û kurdî jî bi belengazî û tenê bûnê li hember wan sekinîye.
Yanê akî (eger ) ew xebatên bo van zimanan hatîye kirin bo kurdî bihata kirin, zimanê me yê di radeyeka herî bilindtir da bisekinîya.
Dîsan jî kurdî ji wan xurttir maye
Ji ber vê yekê hevalno divê em li ser zimanê xwe bisekinin
Divê em lê bêhtir xwedî derkevin… zimanê me hebûna me ye…
hêvî dikim gelekî wekî te bira Bavê Heval hebin
û ser vê rîyê bi meşin
lê mixabin ger hebin jî gelekî kêmin
supas bo bejdarbûna te hêja
silav û rêz
Hemd u şikir ji xwedê re ku kesê wek te hene ku li ser vi zimanê reben didin û ditirsin ... em tev de bi çi hêz a ku li ba me heye em di xebitin ji bo zimanê xwe yê delal.
û ez dibêjim benda pêşî ji vê tirsa li ser ziman gereke em xwe bêtir û bêtir di zimanê xwede pêşbixin û çi kesê ku em karibin em wî fêrî ziman bikin .
û zor sipas ji te û ji çi xuhê wek te re .
sipas bê navê birayê hêja
ez jî weka te kurdim û arka mina ez ser zimanê xwe bisekinim
Ji ser zimanê kurdî re bi hezaran çar ba û bagerên bêdil û talenker derbaz bû
lê dîsa jî li ber xwe da û nebû pêlek hiş û li ber bayê kujer yê deşilatan neket
û nakevê madam ê weka te û min û gelekên din hena
silav û rêz
مع اني بعرف كردي بس حسيت حالي متل الاطرش بالزفة ...
نداء عااااااااااااجل يرجى تكثيف دروس اللغة ......
xwîşka delal canê
zor zor sipas bo te ser vê babeta xweş bo zimanê kurdî zimanê hebuna me
bi rastî zimanê me pir durketin ji me dîtiye
em gelekî kêmasiya di kim li ser fêrbuna zimanê xwe
zimanê me hebuna meye pê diviye ku em haj jê hebin
dubare zor sipas bo te delalê
destê te sax bin keça kurd
gotinê te pir xwesin û em bi hêvîne go em jî li ser vê riyê biçin
qisûra me pir heye ji bo zimanê me
û zor sipas