امثال كردية قيمة حافظوا عليها
A )
.....
-Agir bi erdê dikeve hişk û ter bihevra dişewitin.
-Agir bi ser serê mi ketiye tu firîkê xwe diqelîne.
-Aqil taca zêrine, li serê hemi kesî nîne.
-Axa jin û mêra ji heve.
-Axa ji xulamê xwere got, xulam ji kûçke xwere got, kûçik ji dêla xwere got.
-Ayşikê jî xwe bi şikê.
B)
....
-Bajarî li erdê narî.
-Bar mi na êşine serbar mi dêşine.
-Bav ji ês tê law pirsa bajêr jê dike.
-Bav rezek da law, law gwêşyek tirî neda bav.
-Bela xelkê ji çol û çiya tê ya min ji ber lingê mi tê.
-Bextê Roma tune.
-Bext nadim bi text .
-Bênamûsî avêtin ber kûçka, kûçka qebûl nekir.
-Bê Xwedê dibe bê xwedî nabe.
-Bi aqlê vala tu nagıhê hevala.
-Bi a qırak û qijaka nekin; bi a teyrê baz bikin.
-Bi girî, ji gorê ranabin mirî .
-Bi gulke bihar nayê .
-Biharê pez, payizê rez, zivistanê ez .
-Bihar hat, zivistan hilat .
-Bi kevçi da hev bi heskê bela kir .
-Bila mirov kuştiyê şêra be ne girtîyê rovîya be .
-Bilind firyam nizim ketim .
-Bi pirsê mirov dighê Xursê.
-Biratî birastî .
Ç )
....
-Çira ji korare def ji kerare bêfêdeye .
-Çûn dewsa mirya, herkes li miryê xwe girya .
D )
----
-Dara azadiyê bi xwin û xwêdanê tê avdan .
-Dermanê xwestinê dane .
-Derpiyê mi li xweke lê têde tır û fisa neke .
-Destkê bivir ne ji darê be dar nakeve .
-Devê rovî ne gîha tîrî go, tirşe .
-Dew tune rûn difroşe .
-Dibêjin Xwedê du tişta bi hevre nade feqira, ku yekê bide yekê ji distine .
-Dinya gulekê, bêhn bike û bide hevalê xwe .
-Dizê bistana mukur tên zivistana .
-Dît ezim, nêdît dizim .
-Dijminê bi aqil ji dostê bêaqil çêtire .
E )
---
-Erd birinc be, av rûn be, ku xwedi tunebe zû xelas dibe .
-Ez bi dua çênebûme ku bi nifirê te bimrim .
....................................................................
Ê got û kir mêr e.
Ê ne got û kir şêr e.
Ê got û nekir, kerê bê xêr e.
( Gotina Mîr Mîkdat Bedirxan )
Berhevkar : www.xoybun.com
....................................................................
-Ê têkeve govendê wê xwe bihejîne.
F )
....
-Feqir çûn dizyê heyv ji êvarde derket.
G )
----
-Gotin: ‘Bavê te suwara kuşt ya peya:’ got: ‘Wekî kuştin, ha suwara ha peya’ .
-Gotin: ‘Kero dehşikek ji tera çê bû. Got: ‘Êmê mi kêm bû û barê mi zêde bû’ .
-Gotna xweş bihara dile.
H )
----
-Heft çirokê hirçê hene her heft ji li ser hirmîyenê.
-Her gîha li ser koka xwe şîn tê.
-Her teyr bi baskê xwe difire.
-Heta hebû dims, ez mam û tu pis; gava nema mohti, ez Şervî û tu Bohti.
-Heyfa ciwanîyê pîrî li pêye.
-Hindik rind e.
J )
----
-”Jinên qenc li pişt mêrên xerab nasekinin”
Jê ket pê ket.
-Jina şermîn bi mil etekî, mêrê şermîn bi kirasekî.
-Jojî dest çêlîkê xwe dide û dibêje: ‘Peryê wan çi nermikê’ .
K )
----
-Keçik wek sêva li darêne; herkes kevra davêye, kî bixe ji wireye...
-Kenê bê ara derdikeve ji gulê diwara.
-Kera nebin cem kera ji hevdû ne elimin fis û tira.
-Kero nemir bihar hat, pîrê nemir qivar hat.
-Kesê nezan wek darê bê berin.
-Kesi kesa tune.
-Kes nabê dewê mi tirşê.
-Kes nakeve gora kesi.
-Kevrê giran li cîhe xwe girane.
-Kew dijminê serê qevmê xweye.
-Kor çawa li Xwedê binêre xwedê jî wilo lê dinere.
-Kurd deynê xwe ne inkar dikin ne didin.
-Kurd têr dixwe li pêlava xwe dinere.
-Kurmê darê ne ji darê be dar narize.
-Kûçık jî kê bitirse bi wî alî direye.
-Kûçkê meye li ber deryê xelkê direye.
M )
----
-Malê axê diçe canê xulêm dêşe.
-Mar ji pûngê heznake pûng jî li ser qula mêr şin tê .
-Meçe şerê xal û xwarzya neke hawar û gaziya.
-Mêr bi mûya, jin bi rûya.
-Mêvan ji mêvên ne xweşe, xwedyê malê ji herdûya ne xweşe.
-Mirin mirine xirexir çiye?.
-Mirov pîr dibe dil pîr nabe.
N )
----
-Nan û dew xwarna derew.
-Nan û mast xwarna rast.
-Navê gur derketiye; rovî dinya xera kir.
-Navê me girane; warê me wêrane.
-Nêçirvan nêçira xwe nas dike.
-Noka genî çû bajêr bû leblebi.
-Nuh hat kevin hilat.
Q )
----
-Qedehek jehrê vexwe qedehek qehrê venexwe.
-Qisas nare giyametê.
R )
----
-Reng rengîn, sor bi dengin.
S )
----
-Salê du çara cejne wan roja jî zikê feqira deşê.
-Serê ço bi gûye binê ço bi gûye.
-Serê kesê rast tim bilinde.
Ş )----
-Şer bi tivinga vala nabe.
-Şêr şêre; çi jine çi mêre.
-Şûjna di çavê xwede nabine; derziya di çavê hevalê xwede dibine.
T )
----
-Taji bi zorê nare nêçirê.
-Tee dayê tee dayê, ji bêaqila weye ku bihar nayê.
-Te şuşt bi ava gû; ez çi bikim qenciya bi dû.
W )
---
-War ew ware lê bihar ne ew bihare.
-Wexta kara rû digerine, wexta şivê kevçiya digerine.
X )
----
-Xal Hidiro herro li viro.
( Hıdır dayı her gün burda )
-Xew û mirin yeke.
-Xwedê ji yekîre xera bike diranê wi di pelûlê de. dişkê.
-Xwedê noka dide ê bê didan.
Y )
----
-Ya mêrkî baş be, ya bivirî û das be, ya jî xwe xelas be.
-Yek heye bi sedîye, sed heye ne bi yekîye.
Z )
----
-Zarok xemla malane.
-Zêr be bine, zîv be bine, bih bi sêwî be nine (dûr be).
-Zêr têkeve nav gû ji xera nabe.
-Zikê têr ha ji ê birçî tune.
-Zilamê fedikok bi kundkî, pîreka fedikok bi gundkî.
-Ziman bê hestiye, digere.
-Zimanê mirov bela sêre mirove.
-Zimanê mirov bela serê mirove.
Ziman girtî ser rihetî.
-Zîpe zîpidare, bi bare ne bare meha Adarê xedare.
-Zor zane zêr zane devê tivinga mor zane.
-Zor zane, zêr zane zanin zane
Ê got û kir mêr e.
Ê ne got û kir şêr e.
Ê got û nekir, kerê bê xêr e.
( Gotina Mîr Mîkdat Bedirxan )
- Bedewè çav kil kir, dilè xortan tev kul kir.
- Dilê tirsok singa gewr nabîne.
- Dile yekê ket kevireki´ heft salan bi xwe re gerand.
- Dil ku şikest, hedî nacebire.
- Dil ne sıfre ye ku mirov ber hemuyan veke.
- Şêr şêre çi mêye çi nêre.
- Jina ne delal, çavê mirov diêşine, jina delal dilê mirov diêşine.
- Keça gan nîşandayê didan.
- Kihêl di bin mêrxasan de dibezin.
- Mala mêran kaniya zêran.
- Mirazê min dil be ber seriyê min kevir be.
- Mirov pîr dibe, dil pîr nabe.
- Şûşa dil ku şkest nacebire.
- Dilê xweş her lê bihar e.
- Dilê tırsonek timî dikute.
- Serîkî Çortane birekî xiyane.
- Ruto ha li wî alîyê avê, ha li vî alîyê avê
- Ruto, ruto li te nemawo, çima xanî keto dûwar mavo
- Feqîr dewlemen dibe piştê çil salê jî wî wetirê hîna feqîre.
- Dewlemend feqîr dibe piştê çil salê jî wî wetirê hîna dewlemende.
- '' Çu ji boy xwarina birinc ji bilxurê malê bu .''
- „BEROŞ! TU JI MIN RE DIBÊJÎ; BINÊ TE REŞ E, LÊ Ê TE JI Ê MIN REŞTIR E”
- Aqil taca zêrîne, serê her kesîda nine.
-Mirov şekalê dîyarê hirçê bike, wê hirç şekalê bixwe.
- Meru xwa bi sîrekî tê bide, bi heftê pîvazan jê xilas nabe.
- Serê salê, binê salê, sal qurbana kalê.
- Hespê qule, mêrikê file, boncîyê tule pê bawerî nabe.
1 ) Nerin wî malê, têda heye qotek serê salê.
2 ) Serê salê binê salê, sal qurbana kalê.
3 ) Serê salê binê salê, xwadê jinekî bidê zilamê malê.
4 ) Serê salê binê salê, xwadê mêrekî bidê jinbîya malê.
5 ) Serê salê binê salê, xwadê mêrekî bidê qîzika malê.
6) Serê salê binê salê, xwadê kurekî bide kevanîya malê.
7 ) Serê salê binê salê, xwadê kupekî zêr bide buka malê.
8 ) Hercîyê bide xwadê bidê, hercîyê nede xwadê bike, mar pêva vede.
Gotiyan Pêşiyên Kurda
Agır berda kayê xwe da ber bayê. - Samanı ateşe verdi, kendisi kenara çekildi.
Agır xweşe lêari jê çêdıbe. - Ateş iyi de külü olmasa.
Aqlê sıvık barê gırane. - Hafif akıl ağır yüktür.
Aşê dêhna bı xwe dıgere. - Delinin değirmeni kendi kendine çalışır.
Av bı bêjingê nayê cıvandın. - Elekle su toplanmaz.
Ava de seri; çı buhustek çı çar tıli. - Başı aşan su; ha bir karış olmuş, ha dört parmak.
Ba jı tehtê çı dıbe? - Yel kayadan ne götürür.
Ban qul be bınban şıle. - Dam delikse damdibi ıslaktır.
Baran dısekıne ga bı cıl dıke. - Yağmur durunca öküze çul örtüyor.
Behr bı devê kûçka heram nabe. - Deniz itin ağzıyla haram olmaz.
Bela tên serê mêra. - Bela yiğidin başına gelir.
Bext nadım bı text. - Bahtı tahta değişmem.
Bı desta berda bı lınga bıdû gerya. - Elini bıraktı, ayağı ile ardına düştü.
Bı dınyê bışêwır bı aqlê xwe bık. - Dünyaya danış, aklına göre yap.
Bıla avıs be kengi dızê bıla bızê. - Gebe olsun da ne zaman doğurursa doğursun.
Bıla cwangê rokê bım, ne çêleka sed roji bım. - Bir günün boğası olayım, yüz günün ineği olmayayım.
Bıla dılê mı bı dıl be bıla tûrê kırasê mû lı mı be. - Gönlüm hoş olsun da varsın giysim kıldan olsun.
Bıla hespê çê be bıla bê nal be. - İyi at olsun da varsın nalı olmasın.
Bıla rû bêşe zık ne êşe. - Yüz acısın, karın ağrımasın.
Bırindar bı bırina xwe zane. - Yaralı yarasını bilir.
Bı xweziya dest nagihê baqê keziya. - Keşke ile eller saç örgüsü demetine yetişmez.
Carna mırov jı yarê diya xwere dıbê yabo. - Gün olur insan anasının dostuna baba der.
Çavê derigırtiya lı ê derivekıryaye. - Kapısı kapalı olanın gözü kapısı açık olandadır.
Çêlikê mara bê jahr nabın. - Yılanın yavrusu zehirsiz olmaz.
Çıra jı korare def jı kerare bêfêdeye. - Çıranın köre, davulun sağıra yararı yoktur.
Çû dermanê mizê gû lê esıri. - Sidik ilacına gitti kabız oldu.
Dara xweziya şin nabe. - Keşkenin ağacı yeşermez.
Darê jı bıni nebır. - Ağacı kökünden kesme.
Deryê xerata bı bena gırêdayiye. - Marangozun kapısı iple bağlıdır.
Deryê xwe bıgır ciranê xwe sız dernex. - Kapını kapa, komşunu hırsız çıkarma.
Destê xebıti lı ser zıkê têre. - Çalışan el tok karnın üstündedir.
Destkê bıvır ne jı darê be dar nakeve. - Baltanın sapı ağaçtan olmazsa ağaç devrilmez.
Dev dıxwe rû fedi dıke. - Ağız yer yüz utanır.
Dêhn ne dêhnın; ê jı wan bawer dıkın dêhnın. - Deliler deli değil onlara inananlar delidir.
Dê û dotê şerkırın, bêaqıla bawer kırın. - Ana kız kavga ettiler, akılsızlar inandı.
Dıbêjın tu lı rê qede û bele lı rê. - Derler ki sen yola çıkınca kaza bela birlikte yola çıkar.
Dıkana Bekıro; du qalıb sabûn û çar torbe xwê. - Bekir'in dükkanı; iki kalıp sabun, dört torba tuz.
Dılê şıvên bıxwaze kare jı nêri şir derxe. - Çobanın gönlü isterse tekeden süt çıkarır.
Dılê tırsonek sênga gewr nabine. - Korkak yürekli ak göğsü göremez.
Dınya guleke, bêhn bıke û bıde hevalê xwe. - Dünya bir güldür, kokla ve arkadaşına ver.
Dınya lı dınyê; çavê gur lı mihê. - Dünya durdukça kurdun gözü koyundadır.
Dit ezım nedit dızım. - Gördüyse benim, görmediyse hırsızım.
Dûjmınê te gêrıkek be ji disa hesabê xwe bıke. - Düşmanın bir karınca bile olsa önlemini al.
Dûr bi nure. - Uzak ışıklıdır.
Eger xêr bê welatekiwê bıgıhije hemı cihê welât. - Eğer bir ülkeye iyilik gelirse ülkenin her yerine ulaşır.
Erd bırınc be, av rûn be, ku xwedi tunebe zû xelas dıbe. - Yer pirinç olsa, su da yağ, sahibi yoksa tez biter.
Eyarê bênamûsa fırehe. - Namussuzun postu geniştir.
Ez çı dıbêjım bılûra mı çı dıbêje. - Ben ne diyorum kavalım ne çalıyor.
Ez ezım tu tuye. - Ben benim sen sensin.
Ez hêdi dımeşım bela dıghê mı, ez zû dımeşımez dıghêm bela. - Yavaş yürüyorum bela bana yetişiyor, hızlı yürüyorum ben belaya yetişiyorum.
Ê dızya hıngıv bıke wê mêş pêvedın. - Bal hırsızını arı sokar.
Ê jınê berde lı paniyê nanêre. - Karıyı boşayan ardından bakmaz.
Ê ne dı şerde be şêre. - Kavgada olmayan aslan kesilir.
Ê rabe cihê wi, ê bımre jina wi dımine. - Kalkanın yeri, ölenin karısı kalır.
Êş hat Şam'ê, ecelhati mırın. - Bulaşıcı hastalık Şam'dan geldi, eceli gelenler öldü.
Fala qereçiya lıhev derdıkeve. - Çingenenin falı birdir, atar tutturur.
Feqir çûn xwe dalıqinın ditın ku dewlemend lı ba dıbın. - Fakir kendini asmaya gitti, zenginlerin ipte sallandıklarını gördü.
Galgala ket nav dev û dırana, wê bıgere lı bajar û şarıstana. - Ağız ve dişerin arasına düşen söz, kentleri memleketleri dolaşır.
Giha dıbın kevırde namine. - Taşın altında ot kalmaz.
Gotna rast bı mırov ne xweş tê. - Doğru söz insana hoş gelmez.
Gul ew gul bû baran ji lê hat şıl bû. - Gül gül değildi, yağmur yağdı mahvoldu.
Gur dikujin qijak dıxun. - Kurt öldürür karga yer.
Ha kevır lı cer ket ha cer lı kevır ket. - Ha taş testiye değmiş ha testi taşa.
Hechecikê sılava lı hecêk. - Ey kırlangıç hacca selam söyle.
Hemı çêlek tên dotın, hemi gotın nayên gotın. - Her inek sağılır, her söz söylenmez.
Hem jı dêrê bû hem ji jı mızgeftê. - Hem kiliseden oldu hem de camiden.
Hem serê xwe dışkine hem ji xercê xwe dıde. - Hem başını kırdırıyor, hem de vergisini ödüyor.
Here mıletan, bıgre adetan. - Uluslara git, gelenekler öğren.
Her giha lı ser koka xwe şin tê. - Her ot kendi kökü üzerinde yeşerir.
Her kezizerek sımbêlsorek lı hımbere. - Her sarı örgülünün yanıbaşında bir kaytan bıyıklı vardır.
Her tışt jı zıravi mırov jı stûri dıqete. - Her şey incelikten, insan kabalıktan kopar.
Heta mı xwe naskır mal lı xwe xelas kır. - Kendimi tanıyıncaya kadar malımı bitirdim.
Hevalê bêje "heval heval" mede dû. - "Arkadaş arkadaş" diyen arkadaşın ardından gitme.
Heyfa cıwaniyê piri lı pêye. - Yazık gençliğe, yaşlılık ardından geliyor.
Heywana tu bıgerini wê erzan bıbe. - Gezdirdiğin hayvan ucuz olur.
Hın dıkın hın dıxwun. - Kimi yapar kimi yer.
Hıngıvê debeye dı eyarê kâçıkdaye. - Süzme baldır ama it postu içindedir.
Hûrık hûrık dagır tûrık. - Ufak ufak doldur dağarcığını.
Jı hırçkê du eyar dernayê. - Bir ayıdan iki post çıkmaz.
Jın kelehe mêr gırtiye. - Kadın kaledir erkek tutsaktır.
Jı pıra pır dıçe jı hındıka hındık. - Çoktan çok gider, azdan az.
Jı rovi fenektır tune jı eyarê wi pırtır tune. - Tilkiden kurnaz yoktur, derisinden de çok yoktur.
Jı xelkêre masigıro jı xwere kwêsigıro. - Elaleme balıkçı kendine kaplumbağacı.
Kanya ku tu avê jê vexwi kevra navêjyê. - Su içtiğin kaynağa taş atma.
Karê ne jı mıre bayê wê dı ser mıre. - Benim olmayan işin yeli üzerimden geçsin.
Keçkê bêbav çiyayê bêav. - Babasız kız susuz dağ gibidir.
Keda helal dıbe mû naqete, keda haram bıbe weris ji dıqete. - Helal ekmek kıl olsa kopmaz, haram ekmek halat da olsa kopar.
Kerê mıri jı gur natırse. - Ölmüş eşek kurttan korkmaz.
Kes nakeve gora kesi. - Kimse kimsenin mezarına girmez.
Ku kela şorbê çû buhayê heskê pere nake. - Çorba taşarsa kepçenin değeri para etmez.
Kumê rasta tım qetyayiye. - Doğru kişinin külahı hep yırtıktır.
Kurmê şiri heta piri. - Ana sütündeki kurt ölüme kadar.
Ku te gırt bermede ku te berda bı dû nekeve. - Tuttunsa bırakma, bıraktınsa ardına düşme.
Kûçık jı kê bıtırse bı wi ali dıreye. - Köpek korktuğu yana havlar.
Lê kaliyê lê koriyê; mırın çêtırejı feqiriyê. - Ah yaşlılık ah körlük; ölüm yoksulluktan iyidir.
Lı bejnê neri bı zêra kırî, laçek rakır kertkê guri. - Boyuna posuna baktı altınla aldı, örtüsünü kaldırdı kel çıktı.
Lı kerê mırî dıgere ku nala jêke. - Ölmüş eşek arıyor ki nalını kopara.
Mala me lı çoyê meye; çoyê me lı ser mılê meye. - Evimiz sopamızda, sopamız omzumuzun üstündedir.
Malê axê dıçe canê xulêm dêşe. - Ağanın malı gider uşağın canı yanar.
Malê çamêrki û xesiski wek hev dıre. - Cömerdin malıyla cimrinin malı aynı oranda harcanır.
Mal lı ser malê nabe. - Ev üstünde ev olmaz.
Mal mala teye lê bı alyê fıraxa nere. - Ev evindir ancak mutfak tarafına gitme.
Meger lı newala nebin xeyala. - Vadilerde dolaşma, kabus görme.
Mêja Kurmanca ne ibadete, adete. - Kürt'ün namazı ibadet değil adettir.
Mêrê qels du cara şer dıxwaze. - Güçsüz adam iki kez kavga ister.
Mırın mırıne xırexır çıye? - Ölüm ölümdür, hırıltı nedir?
Mırişka bıgere wê lıngê wê bı zelq be. - Gezen tavuğun ayağında pislik olur.
Mırov bı carkê qûnek nabe. - Bir seferle ibne olunmaz.
Mırov xwe bı destê xwe ne xurine xura mırov naşkê. - İnsan kendini kendi eliyle kaşımazsa kaşıntısı geçmez.
Nabêjın kê kır; dıbêjın kê got. - Kim yaptı demezler kim söyledi derler.
Nan û pivaz hebe nexweşi çavreşiye. - Ekmek ve soğan olursa hastalık çekememezliktir.
Navê gur derketiye; rovi dınya xera kır. - Kurdun adı çıkmış; tilki dünyayı yıktı.
Ne dujmınê xeraba bın; dujmınê xerabiyê bın. - Kötülerin düşmanı değil kötülüğün düşmanı olun.
Ne fene, ev çı dar û bene? - Tuzak değilse, bu ne değnek ve iptir?
Ne xwar ne da hevala, geni kır avêt newala. - Ne yedi ne arkadaşlara verdi, kokuttu vadilere attı.
Nıvışta bê tışt, xwedyê xwe kuşt. - Ücretsiz muska sahibini öldürdü.
Pısik ne lı male mışk Evdırrehman'e. - Kedi evde olmayınca fare Abdurrahman kesilir.
Pivaz, çı sor çı sıpi. - Soğan, ha kırmızı ha beyaz.
Qantır nazê xwê şin nayê. - Katır doğurmaz, tuz yeşermez.
Qedrê gulê çı zane; kelbeş dıvê kerê reş. - Gülün değerini ne bilir; devedikeni ister kara eşek.
Qûna wê qûna mırişkêye hêkê qaza dıke. - Götü tavuk götüdür kaz yumurtası yumurtluyor.
Reng rengın, sor bı dengın. - Renk renktir, kırmızı ünlüdür.
Rûyê reş ne hewci teniyêye. - Kara yüze is gerekmez.
Serê du berana dı beroşkêde nakela. - İki koçun başı bir tencerede kaynamaz.
Sê wêne dost hene: Nano, gano, cano. - Üç türlü dost vardır: yiyici, ırz düşmanı, candan dost.
Sımbêl bı pısika ji heye. - Bıyık kedide de vardır.
Şahdê rovi terya wiye. - Tilkinin tanığı kuyruğudur.
Şeb û şekır çûn Diyarbekır, şekır rûnişt deng nekır, şeb rabû pesnê xwe kır. - Şap ile şeker Diyarbakır'a gittiler, şeker sustu oturdu, şap kalktı kendini övdü.
Şerê sıbehê jı xêra êvarê çêtıre. - Sabahın kavgası akşamın hayrından iyidir.
Şeva reş keleha mêraye. - Kara gece yiğidin kalesidir.
Şeytên gotiye "ê lı xwe bı heyıre ez dı winım." - Şeytan, "Şaşırıp kalanı edeyim." demiş.
Şêr şêre; çı jine çı mêre. - Aslan aslandır; ha dişidir ha erkek.
Şıkefta sed pez heryê wê sed û yek pez ji heryê. - Yüz koyunun sığdığı yere yüzbir koyun da sığar.
Şûr kalanê xwe nabıre. - Kılıç kınını kesmez.
Ta bı ta dıbe rih. - Kıl be kıl sakal olur.
Taji bı zorê nare nêçırê. - Tazı zorla ava gitmez.
Teyrê ku goşt dıxwun nıkılxwarın. - Et yiyen kartallar eğri gagalı olur.
Tımayi bırakuje. - Tamah kardeş öldürendir.
Tırsa gur jı baranê heba wê jı xwere kulavek çêkra. - Kurdun yağmurdan korkusu olsaydı kendine bir aba yapardı.
Tu bı hıriba tê lı nav keri ba. - Yapağılı olsaydın sürü arasında olurdun.
Tu cehnemê nebini buhuşt bı te xweş nabe. - Cehennemi görmezsen cennet sana tatlı olmaz.
Tu çı têxi kewarê wê ew bê xwarê. - Dolaba ne koyarsan onu alırsın.
War ew ware lê bıhar ne ew bıhare. - Yer aynı yer ama bahar aynı bahar değil.
Wê ev hevira hin gelek avê hıline. - Bu hamur daha çok su kaldırır.
Xeber çekê jınêye. - Küfür kadının silahıdır.
Xeta xwar jı gayê pire. - Eğri çizgi yaşlı öküzdendir.
Xwedê jı yekire xera bıke dıranê wi dı pelûlê de dışkê. - Allah birisinin işini bozarsa dişi sütlaçta kırılır.
Xwedyê xêra dıbe evdalê ber dêra. - İyilik sahibi kilisenin hizmetçisi olur.
Xwestek û kodık bı şûnde? - Dilencilik ve utangaçlık olmaz.
Xılt çıqas axê bıkole bı serê xwe dadıke. - Köstebek ne kadar toprağı kazarsa başına döker.
Ya nare aş ya ji dıre aşvan dıkuje. - Ya değirmene gitmiyor ya da gidip değirmenciyi öldürüyor.
Yarê diya mı yek ba mınê bı dendıkê bıhiva bı xwedi bıkra. - Anamın dostu bir tane olsaydı onu bademiçiyle beslerdim.
Yek ta nabe du ta tê ranabe. - Bir iplik olmuyor, iki iplik geçmiyor.
Zıkê zaroka tıjeye lê zımanê wan nagere. - Çocukların karınları söz doludur ama dilleri dönmez.
Zımanê dırêj darkukê serê xwedyê xwe ye. - Uzun dil sahibinin başına ağaçkakandır.
Zor gêzerê radıke. - Zor, havucu kökünden çıkarır.
Em li jêr hinek ji wan gotinên pêşiyan, ku di kitêba Mîr Celadet Bedirxan "Gramatîka Kurdî Ğ Kürtçe Grameri" de hatine nivîsandin pêşkeşî xwendevanan dikin.
Adetên bav û bapîran, kerik xweştir in ji hejîran
Agir xweş e, lê xwelî jî jê çêdibe
Ava hêdî hêdî, me ecêb jê dî
Axa, bi deh gundên xwe ve, bawer dike Keyxosrowe
______
Bav harsim dixwe, diranên kur disekihin
Bê şêx û pîr meçe dîwana mîr ku tu nekevî halê feqîr
Berxê nêr li ber du maka ye
Bi lavlavê mirov ji ber jina xwe nake der
Bira dilî bi dilî bî, tûrê parsê li milî bî
Bira rê be, bira dûr be; bira buhûr be; bira kûr be; bira keç be; bira pîr
be; bira avis be, bira bi derengî be
Buharê pez, havînê rez, zivistanê ez
_______
Cêr di riya avê de dişkê
________
Çira nîne ko heta sibehê pêkeve
_______
Daran di ser xwe re mebire
Dera jina xera ne kiriye hîna ava ye
Derew dujminê Xwedê ye
Derew sêwî ye
Destê bi tenê, deng jê nayê
Dilê tirsok sînga gewr nabîne
Dinê li dinê, çavê gur li bizinê
Dinya bi dor e, ne bi zor e
Dinya gulek e, bihn bike û wê bide hevalê xwe
Diyarî qesp in, şûndiyarî hesp in
Du parên xizaniyê nezanî ye
_________
Ew reya te berê xwe dayê, ez hatime
Ez hêdî diçim, bela digehe min; ko zû diçim, ez digehim belayê
Ez kelê rojekê bim û ne mangê hezar salî bim
___________
Ferxekî şêra, şêr e
__________
Gavan ber bi mal e, jina gavan şixulkar e
Go ziyaretê: <>. Go: <
gelek caran mala te xerab kiriye, lê tu bixwe nizanî>>.
Gotina xweş buhara dilan e
Gotine rovî: <>. Rovî girî û got: < ne bawer im>>
Gundê bê rez, konê bê pez, mirovê dibêje ez û ez, hemî ne tutişt e
________
Heçî li hespê hevalan siwar e, herî peyar e
Helaw ji şîrêzê çênabe
Her şêrek bi lepê xwe ye
Her tişt bi ziravî dişkê, mirov bi stûrî
Herçi jar e, li havînê jî sar e
Hêştir radibin hev, hêstir û ker bin lingên wan diçin
Heta li mirinê, çav li kirinê
Heta tu cehenemê nabînî cenet bi te xweş nabî
Heya serî sax dimîne, çav ecêban dibîne
Heyar dost kêm in, dijminek pir e
Heyfa ciwaniyê, pîrî li pey e; heyfa heyveronê, şevereş li pey e.
_______
Ji hirçekî du eyar dernayê
Ji mêra nav dimîne, ji ga çerm
Ji xezalê bezatir nîne, ji rizqê xwe zêde naxwe
Jin qeleh e, mêr girtî ye
__________
Kar şêr e, wextê dest lê dikî, dibe rovî
Keça mîran bi qelenê gavana nayê
Ko agir li çiya ket, ter û hişk tev de dişewitin
Ko ker ket heriyê, xwedî wê rahêje teriyê
Kor çilo li Xwedê dinêre, Xwedê jî werge lê dinêre
Ko kela şorbê çû, behayê hesko perêk e
________
Li ser kebaba ve çû, li ser dexdexana keran ve bû
Li şera xal û xwarzî; li xwarina, mam û brazî
________
Ma ne xwîn e? Ha ji dest, ha ji zend
Mala zarok tê de, şeytan naçe tê de
Malê dinê qloçê mêran e
Mêr çem e, jin gol e
Mêvanê yekî, mêvanî gundêkî
Min xelk hîn kir govendê, êdî kesî destê min ne girt
Mirov here masiya, qûna wî şil dibe
Mirov kuştiyê şêra bit, ne girtiyê roviya
Mû bi mû, rihek cêdibe
_________
Nan û pîvaz û nexweşî çavreşî ye
Ne dixwim savarê ne diçim hawarê
Ne gayê min li garanê ye, ne galgala nanê gavên dikim
Nû hatin, kevin xelat in
_________
Pêlên mayî ji ên buhurtî bêtir in
Pezê nêr ji bo kêrê ye
_________
Rê reya mirinê be jî, tu her li pêş be
Roja xweş ji sibehê de xweş e
Rovîkî berdayî ji şêrekî girêdayî çêtir e
Royê kiçik lê herikî ji avê mezin lê sekinî çêtir e
_________
Serîkî birî nayê kirîn
şêr şêr e, çi mê ye çi nêr e
şûşa dilan, wekê dişkê, cebar nabe Te daye avê, ha li çongê ha li navê
_________
Xwedê yar be, bela şûr dar be
Xwîn bi xwînê nayê şuştin, xwîn bi avê tête şuştin
________
Yê ku bi jina xwe nikare ne tu mêr e
Yê ku ji jina xwe natirse ne tu mêr e
Yek heye, bi sedî; sed heye, ne bi yekî
_________
Zêr di zikaka de winda nabe
Zêr zane, zor zane
Zikê bixwe savarê divê here hawarê
zor spas :wink: