sê çîrok ji filklorê kurdî

4 ردود [اخر رد]
User offline. Last seen 13 سنة 14 اسبوع ago. Offline
مشترك منذ تاريخ: 07/07/2006

goristan
merivek , di ber goristanê re derbasbû
dî ku jinkek li ber gorekê digrî....
mêrik hat cem , û jê pirsî ; evê mirî çî teye?
Jinkê got : mêrê mine...
mêrik got : gelomerivekî çawa bû?
Jinkê lê vegerand û got : rehma xwedê lêbe
pir merivekî qenc bû , ne di xêra kesî de bû
û ne di şerê kesî de bû.....
Mêrik hema rabû serxwe û got: rehma xwedê ne lê be
ew kesê ne di xêr û şera de be
mir na wî ji saxya wî çetire
......
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Heyarê Rovî

Berê qîmetê heyarê Roviyan pir bû û wexta kesekî Roviyek bikuşta a heyarê wî pir biha difirot.
Zilamekî mitirb jî tevlî Tajî û Tolê xwe derket colê, yanî çû nêçîra Rovîyan.
Piştî demekê wî Roviyek dît û Tajî û Tolê xwe berdan pey rebenê Rovî. Tajî û Tolê zilamê mitirb gelek zahmet kişandin û herwiha rebenê Rovî jî, lê ne Tajî û Tole Rovî girtin û ne merikê mitirb jî bela xwe ji wan vekir. Wî Tajî û Tolê xwe her berdan pey rebenê Rovî û helbet ew jî rihê xwe zû nadê dest wan, heya ji wî tê bazdidê.
Zilamekî din jî ji dûrve bînê bê ew heywan cawa li ber hev didin û gava ew giha ba zilamê mitirb wî got “kuro te ew heywan kuştin ji xwe re, dev ji wan berde!”.

ــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
şêrê zozana
saleka xerab li zozana hat , pezê Ferho kurê E'zêr axa ji zozana daket berya Merdînê .
Elîyê-Elî axayê Mila , wê buharê li kewkebê Mila êla xwe danîbu . dema pezê Ferho di bareşî êlê re buhirî . Elîye Elî ban çend xizmetkara kir ,
go : bînin . herin çend berxa ji vî pezî

Xizmetkara êrîşî pez kirin , û her yekî bi stûyê berxekî girt . serşivan banwan kir û
got : hûnê van berxan bi kû ve bibin
xizmetkaka gotin : Emê bibin ji ELîyê ELî re.
Serşivan got :Ma hûn napirsin ev pezê kêye
xizmetkaka gotin : yê kêye
Serşivan got : ev pezê FERHO kûrê E'êr axaye!!.
xizmetkaka bê hemdê xwe berx berdan .
Serşivan kêfa wî hat û got... hay..hey , ez bigorîya serê axayê xwe bim , şêr li zozana himîn jê tê
bi beriya Mêrdînê gur dûşilikê dawê berxa berdidin
Zilamê mitirb jî got “Law welleh ez jî ji Rovî re dibêjim, heyarê xwe deyn û her, lê ew wek min nakê”[/align]

ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
xwendin nebî kes naçe pêş................ peyda dibinpir derd û êş

User offline. Last seen 10 سنة 6 اسبوع ago. Offline
مشترك منذ تاريخ: 27/03/2006

الف شكررررررررررررررر

User offline. Last seen 17 سنة 32 اسبوع ago. Offline
مشترك منذ تاريخ: 01/08/2006

zorrrrrrrrrrrr sipassssssssssssss

ــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Bila mirov kushtiyê shêra be ne girtîyê rovîya be

User offline. Last seen 4 سنة 42 اسبوع ago. Offline
مشترك منذ تاريخ: 22/11/2005

bijî spas rênas û şite vê bêkenînê

Kor

Dibên mirovek hebû
Ji herdû çavan kor bû
Zewicîbû ji xwe ra
Jinek anîbû ji dera
Rojekê li ser şîvê
Jina wî jê re dibê:
Mêrê minê qenc û baş
Heyfa min bi wan çavên reş
Çi dibû hema veba
Dunya ji te r´ ronî ba
Û te li min binêrya
Çav û bijang û gulya
Çi şûx û şeng û rind im
Çav reş im, bejn bilind im
Kor dibê j´ jina xwe ra
Rastîyê bêjim ji te ra
Erê çavên min nîne
Qey hişê min jî tunne
Heke tu wer xweşikî
Ma qe tu tê min dikî.

User offline. Last seen 13 سنة 14 اسبوع ago. Offline
مشترك منذ تاريخ: 07/07/2006

zor sipas
ji bo we

ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
xwendin nebî kes naçe pêş................ peyda dibinpir derd û êş