DIL JI MIN BIR
DIL JI MIN BIR
Şoxê û şengê zuhre rengê,
Dil ji min bir, dil ji min bir,
Awirên heybet pilingê,
Dil ji min bir dil ji min.
Wê şepalê miskî xalî,
Dêm dorê gerden sepalê,
Cehbeta biskan semalê,
Dil ji min bir, dil ji min.
Zulf û xalannûn û dalan,
Wan ji min dil bir bi talan,
Goseye qewsê helelan,
Dil ji min bir, dil ji min.
Dêm nedîrê bo enbîrê,
Xemrî û gîso herîrî,
Sîne kir armancê tîrê,
Dil ji min bir, dil ji min.
Sor şîrînî nazenînî
Kustim û nakit yeqînî,
Wê bi çengela evînê,
Dil ji min bir, dil ji min.
Fitil û taban da xuraban,
Ebleq û cohtê şebaban,
Dame ber pence û kulaban,
Dil ji min bir, dil ji min.
Xoş xeramê, ez xulamê,
Nazikê şîrin kelamê,
Tutiya eyvan meqamê,
Dil ji min bir, dil ji min.
Melayê Cizîrî (1570-1640)
شكرا لك اخي اراس انا نقلت لك الموضوع لقسم الادب الكردي لانه هذا هو مكانه وشكرا لك عالكلمات الحلوة
يسلمو هالايدين Arase kurd,
بس بظن انو القصيدة ناقصة
وهيي مؤلفة من 15 مقطع
و انت ذكرت فقط سبع مقاطع
و كمان لما قريت الديوان
لاحظت انو اسم القصيدة هو (Şox û şengê zuhrerengê)
و ليس (Dil ji min bir )
على حسب ما قريت أنو هالعنوان هو لقصيدة لCegerxwîn
في ديوانه الثالث بعنوان (kîme Ez)
و يللي قرأ هالديوان و ديوان الجزيري
رح يلاحظ أنو جكرخوين بقصيدتو dil ji min bir
هو متأثر بقصيدة الملا الجزيري (Şox û şengê zuhrerengê)
و منظمها على غرارها في
القافية و النظم الشعري
اليك قصيدة الملا كاملة
(şox û şengê zuhrerengê )
.
.
Şox û şengê zuhrerengê
Dil ji min bir dil ji min
Awirên heybet pilingê
Dil ji min bir dil ji min
Wê şepalê miskê xalê
Dêm durê gerden şemalê
cebheta biskan sema lê
Dil ji min bir dil ji min
Zulf û xalan nûn û dalan
Wan ji min dil bir bi talan
Goşeyê qewsê hilalan
Dil ji min bir dil ji min
Dên nedîrê bo ebîrê
Xemrî û gîs û herîrê
Sîne kir amancê tîrê
Dil ji min bir dil ji min
Sur şirînê nazenînê
Kuştim û nakit yeqînê
Wê bi çengala evînê
Dil ji min bir dil ji min
fetl û taban da xuraban
Ebleq û cohtê şebaban
Dame ber pence û kulaban
Dil ji min birdil ji min
Xweş xeramê ez xulamê
Nazikê şîrîn kelamê
Tûtiya eywan meqamê
Dil ji min bir dil ji min
mahirûyê miski boyê
sur pilingê şêri xûyê
wê bi zulfa şubhê goyê
Dil ji min bir dil ji min
herdu weşman naz û xeşman
kê ji ber wan eql û hiş man
sa_eta min dî bi çeşman
Dil ji min bir dil ji min
Mahitabê afitabê
dêm ji roj û şeb niqabê
xweş bi çengal û kulabê
Dil ji min bir dil ji min
serwinazê serferazê
şubhê zêr remza mecazê
dame ber çakûç û gazê
Dil ji min bir dil ji min
bejn û bala tûx û ala
min kirin vêk ra mutala
çîçeka terhîn_i wala
Dil ji min bir dil ji min
mîrê xazî şîrê tazî
vêk _i ran min dî bi bazî
kir li me ji xeflet ve gazî
Dil ji min bir dil ji min
sîr û xişt in zulf û qişt in
hin veşarin hin vehişt in
pehlewanan dest vemiştin
Dil ji min bir dil ji min
rohniya çehvê Melayî
ew tecella ya te dayî
ya ji Ehmed dil revayî
Dil ji min bir dil ji min
zor sipas Arasê kurd û perî
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
xwendin nebî kes naçe pêş................ peyda dibinpir derd û êş
zor sipas
ــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Bila mirov kushtiyê shêra be ne girtîyê rovîya be
الف الف شكر يا شباب على المرور الجميل و يك خاص الشكر Hevind و انتي ايضا Peri
gelek sipas ji were
:wink: :wink: :wink:
شكرا لك على مرورك rojava,

sopas Arase kurd
:D