Qam bihust
Kete malê ax û ox
Şal û eba li wî çox
Xort li dorê vehewîn
weke gurên dev bixwîn
Sisêne weke Şêran
di berizin sitêran
Gotin yabo ma çiye
kesek li te xistiye
Bav digotî bikeser
hêstir ji çav bûne der
Belê li min xistiye
minet jî avêtiye
Belê belê li min xist
qam tiliyê qam bihust
Serê xwe da li dîwar
Şêrwan digot ey hewar
Ezî sax û ne mirî
xelkê li te wakirî
Serwan digot ev kiye
bi çav sorî neriye
Kendal meŞî bi qîrîn
malî tevde vehewîn
Bav digotî bikeser
gotin bizor dikir der
Bê Şerm û bê kirêtî
mineta me avêtî
Zaro li bav dinêrin
ji qehrê ew dikelin
Digotî pir bixezeb
lêdane dil û kezeb
Li wan nêrî sekinî
belê hindek ..dikenî
Gulwaz derxist û avêt
digot tifû li pakêt
Tevde li hev dinêrin
bi qam bihust nikarin
Bavê birûsk QamiŞlo 30/12/2005
spas biraye sergo li ser van gotinen delal
u em bi hevine go ti berdewam ke
li xewzi ev helbest te xistibane bese torey