cana min
السبت, 01/04/2006 - 01:03
ev helbest mamê min)Reşo) nivisandiye
binavê Cana min
gelek zore av ji derya bê çikandin
ew ronî û şewqa rojê bê hilandin
gelek zore bîn ji gulê bê kişandin
û evînate ji dilêmin bê derandin
bi yek nerînê ketim derya evînate
di nav pêlê teyî dijwar têm şikandin
evîndarê teme canê neke gazin
roj bi rojê wekî mûmê têm helandin
di çav min de ti wekî heyvê bi ronya xwe
bi dîtnate kulêmin tev tên revandin
gotinê tey şêrîn canê jibîr nakim
wekî hingiv ji lêvan her tên rijandin
bûye çend sal evîndarê teme yarê
kanî roja go herdû dil bên civandin
cejne ew roja go ez dilber bibînim
çerxa felekê herdem ew çep tê gerandin
ZOR SPAS :lol: : :lol: :o :D 8O :P :roll: :wink: :