Cegerxwîn :Evîna dil
[Evîna dil, te dil kirye birîndar
Bihara min, hemî zer bûn gul û dar
Me ew rojên ciwanî, dan bi tolik
Ketim heştê, ji nûve bûm evîndar
Diran û çav û dil pêkve şikestin
porê min sipî bûye bi yek car
Bi her çaran dibî xort û dibî pîr
Ji bona min nema hêjan e her çar
Nezanim ez, digel jînê dibazim
Weke berxê dinav pencên gurê har
Cîhan pêkve di çavê min de xweş bû
Niha, pîr im, di çavê min de bû sar
şeva reş pej vedane, hate ser min
Ku roja min liber ava ye, êvar
Ciwan bûm, ez bi dost û yar û kes bûm
Ku pîr bûme, hemî kes bûne neyar
Evîna min wekî hespê çeleng e
Revandim ez, ne zengo û ne hevsar
Li kû dimrim, diçim kû, ez nizanim
Dema dimrim, ezê çibkim bi Hessar
Ketim heştê û serjêr bûme deştê
Ne ew lat û ne ew hîm û ne ew dar...
Berê rengê pilingan ez bi saw bûm
Ji ber xapan, niha ez bûme keftar
Bi ber pêlan ketim bê doz û daxwaz
Dinalim ez wekî Hirçê birîndar
Cegerxwîn bes bibêje, pir dirêje
Bese kurdo, ji xew rabe tu hişyar ...!
Stockholm 18.6.1980
[marq=right]Cegerxwîn [/marq]
____________________________
]