روني علي : Werisê evîndariyê

 
Çi evîn e ..
Werisekî badayî
Mîna gewdeyê Ejdihayekî
Ku di binê bîreke bê binî de
Kevokan vedpincirîne
Her ku lêvan
Ji kenê çavên yarê ziwa dikim
Li gewriya min
Jiyanê teng dike 
Û ditengijîne
Çi evîn e ….
Çi evîn e
Nanekî li ser sêla dil e
Bi bihna sibehê re
Zimanê birçiyan şil dike
Rondikên sêwiyan kul dike
Û di xernaqa demê de
Karwanê lêpirsînê
Bê xelat û diyarî .. Bi rê dixe
Lê ti caran
Li kavilên sawiran .. Venagerîne
Çi evîn e ….
Çi evîn e
Peyaleke ji meyxaneya xemane
Ger tu vexwî 
Bi dîwarên sar û bê deng re
Dibî dost û rêheval
Ger venexwî
Di paşila xewnên kuzirî de
Limêja dînekî
Li ber serê miriyên avsaneyan
Disopînî
Çi evîn e ….
Çi evîn e
Gulmek Av e
Di sîbera Havînê de
Bizamara Şewatê
Ji ser lêvên qelişî
Dadimale
Û di henaseya têkçûnê de
Tîbûna mirinê
Di pençeyê koça dawîn de
Telîz dike .. Û dişkîne
Çi evîn e ….
Çi evîn e
Ez û te
Û hin henaseyên
Ji rondikên hêviyan 
Ku di sîngê me de
Bi dûmana ahînan
Kostek kirî mane
Her cara ku ber xwe didin
Bi nikulê reşbîniyê
Dilerizin .. Û dicivilin
Çi evîn e ....
 
20-12-2016