Kêleqûça xewnan
2016-05-01
Çirûska vegerê
Di bin biştiyê pûş de
Xeman werbêj dike
Ne agirek
Serada demê dişewitîne
Ne jî lêmiştek
Piştiyê kovanan diqelişîne
Tenê ez û te
Xewnerojên kuzirî
Li ber dîwarê lavlavan
Ji hev re
Dûbare dikin
Û kevirê seybê
Bi niçniça dil re
Ber bi kêleqûça xewnan
Davêjin û holdikin
Kî dikane ..
Kevirê ser dilê me
Bi karwanê bêdengiyê re
Bike heval
Da piştiyê me
Di nizêza şax û xaçikên wendabûnê
De
Weris li damarên hêviyan
Har û ziriz neke
Kî dikane ..
Qeytanên pêlavên mendaln
Bibişkifîne û sist bike
Da di nîvê qonaxa têkçûnê de
Bêhna dayikan neçikîne
Kî dikane ..
Nameyên bêbextiyê biçirîne
Da çavên yarê rondikan nelorîne
Çirûsa zayîna pejalên girnejîngan
Hîn di keşwera raman û sawiran de
Baweşîna jiyanê
Bi dilopa ramûsanên qurçifî re
Di bejna demê de
Stranên îro
Di termê sibe de
Tûjik û terxan dike
Ma kengî..
Wê bavekî bê nasname
Barê xunava ahînan
Ji hinavên dîlberekê
Li geşta dilê dildarekî bêzar
Di çarçewa ogirkirina bê sînor de
Bike siwar
Û geştiyar ..?
23\4\2016