علي جل آغا : PÊŞMERGEME ŞERVANIM

Pêşmerge me çek bi destim
Şervanim ez şêr ê mestim
Belavim mîna baran ê
Dilêrim welat perestim
Ar û fener a nifş a me
Bo bangegaz ê pêwîstim
Ji dijmin re rûberû me
Neviy ê zeredşt û restem
Şer naxwazim serfirazim
Hest ê netewiy ê xwestim
Hembêz ê ale ya bedewim
Xeml a rûmet a diristim
Çirûsk a jîn a azadim
Jîngeh a awat ê restim
Ez gul a li ber bejn a me
Bo kurdan ez pişt û mistim
Ez bumbeyek e demkî me
Ji kêşeyan re berbestim
Beşdarim ez amade me
Kengî erk ê buha xwestim
Îro şengal û koban e
Li her qadê ez serbestim
ELÎ ÇIL AXA