علي جل آغا : HAYDARÎ

Di tonêla dilê min de hestek heye
rûdide go derkeve lê qet lixwe ne ewleye
vejîn dibe û dikele bi germî 
îro cejne û şahiye hem helkeft û boneye
fermo were û rake alaya bêbendiyê
aşkere banghildêrê bêbextiyê amedeye
bêje bêje netirse bi dengê bilind 
berhevdana beramber berateye
bake moralê çeleng û berbanga bê deng
avzêla xwînê bageroka awarteye
berberê berbendê pînos û nivîse
helbesta ciwan şaheser û nimûneye
xuriste ku ne herkes bifêz û sûtale
û ne çi firoşkarê bêjeyan serkirdeye .
   ELÎ ÇIL AXA