علي جل آغا : BÛKA BUMBEBARANÊ
2014-09-27
Ev sedsala kurda ye rabin werin qada şer
perwerdeya merda ye dijmin hare weke gur
ezim bûka bi xeml û xêz windame limin biger
diyariya mîdiya me ne firoşin bi zêr û dir
ez lehiya hêrsa sorim di welêt de seranser
ez şervan û pêşmerge me dê dijmin derxime der
KOBANIYÊ cangoriyê ey kaniya kurdên nemir
tu bermaya LOR û HORî nabe ku bibe keser
va em hatin ji deşt û çiyan ji kolanan û her der
ELÎ ÇIL AXA