علي جل آغا : EZ KÎME
2014-09-01
Dil bi şadim û şayeste me
Gulek ji baxê jiyanê me
Perwanek ji xewina rastî me
Awazek ji zeviya hunerê me
Nermiya sînga xoşeviya me
Biskek ji pora esmerê me
Hêminiya rewşa hejara me
Niyaziya zarê dayika me
Bênek ji bexçê xwezayê me
Xêzek ji nexşê cîhanê me
Ronek ji alafê rojê me
Çaviyek ji deryaya buhiştê me
Berbanga dîroka serdemê me
Giyanê deştê û çiyê me
Cangoriyê xaka kurda me
Kurdo rabe ez pêşmerge me