Dr. Sozdar Mîdî (E. Xelîl) -wergera ji erebî: Mustefa Reşîd : Xeleka Gotaran: Kurd û Îslama Siyasî Xeleka Taybet - Tebax 2014

2014-08-24

Ta Kengê Bêdengî Li Ser Tewrên Tabûra Pêncan ya Islama Tundrew
 
Tabûra Pêncan li Kurdistanê:
Di dema şerê gelêrî da li welatê Ispaniyayê sala 1936-an, generalê îspanî Emilio Mola kete paytextê welêt - bajarê Madrid û pêra 4 tabûrên leşkerî hebûn.
Wê hîngê wî got: Tabûreka din ya pêncan bi me ra heye ya ku di hundirê bajarê Madrid da bi me ra kar dike. Arzûya wî ji wê gotnê ew kes bûn yên ku bi nehînî li gel wan dixebitîn. Piştî wê demê ev têgihîna "Tabûra Pêncan" di zanistiya siyasî da bû bi maneya "nokerên dijmin yên ku li dijî gelê xwe kar dikin".
Di rastiyê da neteweya Kurd pir caran bûye qurbana Tabûra Pêncan ya kurdî. Kevintirîn Tabûra Pêncan di dîroka me da bi serpereştiya Harpakê Mîdî bû, ewê ku hin serekên Madan yên berjewendîperest li dor xwe civandin, bi îxanetî hevpeyman bi padîşahê Farisî Kohreşê Duwem ra danîn û arîkariya wî kirin ku Emperatoriya Madan di sala 550-ê b.z. da bê hilweşandin; tenha ji bo wê yekê ku tola xwe ji padîşahê Madan yê dawî Ezdehak hilînin. Va ye heya niha jî Kurd ji 25 sedsalan da bihayê vê yekê bi êş, xwîn û hêstiran didin.
Tabûra Pêncan ya kurdî di her dem û heyameka dîrokî da hebûye; ew jî hin Kurdin ku bi teşe, cil û bergên xwe Kurdin, lê ji kurdayetî û nasnameya xwe ya kurdayetiyê hatine pişaftin û dûrketin. Ew ne bi dîtinên xwe, ne bi bîr û ramanên xwe, ne bi hest, nirx û rewiştên xwe û ne jî bi helwestên xwe kurdistanî ne.
Di dema niha da, Tabûra Pêncan ya here nebaş di nav me da Îslamewiyên Kurd yên tundrewin. Me berî niha jî çend gotar derbarê ramanên wan yên tirsnak û genî da nivîsandibûn û bal kişandibû ser pêwîstiya paqijkirina civaka me ji vê çanda bêgane, ji ber ku ew li dijî Tevgera Rizgarîxaza Kurdistanî ye. Dagîrkerên Kurdistanê ewin yên ku van pirrik û nexweşiyan li nav me belav dikin daku rê li ber pêkanîna dewleteka serbixwe bigirin. Hinek ji wan gotarên ku me belav kiribûn evin:
1- Oldarên rizgariyê û oldarên îslama tundrew li Kurdistanê 11.08.2013:
2- Oldarên îslama tundrew yên Kurd - ev nexweşiya tirsnak:
3-Çima oldarên îslama tundrew yên Kurd lanetê li cejna Newrozê tînin?:
Û ha ji we ra fêşa here dawî ya tabûra pêncan ya îslama tundrewa kurdî ku birêz mamoste Es'ed Qeredaxî ji me ra şandiye:
ku têda oldarekî Kurd bi fûte û bi rîş ku jêra Dr. Ebdulletîf dibêjin di kanaleka setelayta kurdî ya bi nav û deng da tê xuyakirin; ew bi qêrîn, hirt û zirt dibêje ku Êzîdiyên bi destê têrorîstan li Şengalê hatine kuştin ne şehîdin. Ne bese ku ew gotina "La îlahe îllallah" bêjin, divêt ew bibin misilman û bêjin: Em razî ne ku Ellah xwedayê me ye, îslam ola me ye û Muhemmed pêximberê me ye(رَضِيتُ بالله ربّاً، وبالإسلام ديناً، وبمحمّد نبياً) , heger na, "bila ew herin dojehê û dojeh çarenûsa wan be"(إلى جَهَنّمَ وبِئْسَ المَصِير)!
Hin Fêş û Ecayîbên ÎslamewiyênTundrew yên Kurd:
Gelê me yî Kurd! Aqilmendên Kurd! Siyasetmedarên Kurd! Rewşenbîrên Kurd! Ev çi fêş û ecayîbin li Başûrê Kurdistanê? Gelo! Ma ne li vî beşê Kurdistanê bû ku talankeran welatê me di bin durişma sûreyê "Enfal" da, dan ber qirkirinên gelêrî gelemper?. Gelo nayê bîra me ku bi hezaran ji gelê me zarok, jin û mêr di bin durişma "Ellah û Ekber" da ajotin biyaban û beriya Îraqê û bi zindî di bin qûmê da veşartin? Ma gelo ne li vî beşî bû ku gelê me bi dirêjahiya sedsala bîstan li dijî kolonyalîst û dagîrkeran serî hilda, qehremaniyên bêhempa pêşkêşkirin û bi hezaran cangorî û şehîd dan?
Bi çi awayî ev kort û nawendên tarî derbasî vî beşê welatê me yî giranbiha dibin? Û kî li pişt avakirin û rêvebirina van kesan rawestiyaye? Kî ne yên ku pere û diravan didin oldarên tundrewên Kurd li van waran? Kî ji bo wan rewşê amade dike ku ew çalak bibin, bi teriyên xwe bilîzin û jehra xwe berdin nav vê civaka me ya payedar? Gelî rewşenbîrên me li Başûrê Kurdistanê? Gelî oldarên me yên niştimanperwer? Gelî siyasetmedarên me yên welatparêz? Gelî partiyên me yên niştimanperwer? Gelî çalakvanên civaka ma ya sîvîl? Gelî pêwan û pasevanên bajarvanî û nirxên mirovayetiyê? Ka ji kerema xwe bêjin: Ev çi ye ku li Başûrê welatê me diqewime?
Di havîna 2007-an da ez bi serdanî hatim Başûrê Kurdistanê daku ez demekê li axeka Kurdistanê ya nîvrizgarkirî bijîm. Tiştê gelek balkêş ew bû, gava ez cara yekem li bajarê Hewlêrê li teksiyekê siwar bûm. Ajokerê teksiyê xortekî ku temenê wî li dora 30 salî bû, ew her xerîk bû bi guhdarkirina axaftineka olî ku oldarekî Kurd laf û fort dicûtin wek van hemû oldarên îslamewiya tundrew. Ez bi rastî bêjim, ez ketim rewşeka kûr ya bêhêviyê û ez lê hay bûm ku hin destên tarî hene bi hest û ramanên ciwanên me li vê herême dileyzin. Hîngê min ji xwe pirsî: Gelo ez li Kurdistanê me yan li Selefistanê (Soûdistanê)? Gelo çima ez sirûdên neteweyî nabihîsim? Gelo çima ez axaftinên zanayan li ser mijarên me yên niştimanî nabihîsim? Gelo here kêm çima ez stran û mûzîka me ya gelêrî, resen û dewlemend nabihîsim?!
Di pey wê ra, em hên bi ser tiştên bi fêş û ecêb vebûm: Li herêmekê, li nêziya Helebce nawendeka çeteyên "Ensar El Îslam" ya tundrew hebû ku rêveberê wê Mela Kirêkar, mamostayê ji Zanîngeha Îslamiya Tundrew ya Pakistanê derçûye ye. Û hin partiyên olî peyda bûbûn ku durişmên wan li cihê "Yan Kurdistan yan neman" bi sernivîsa "La îlahe îllellah, Muhemmed resûllellah" bû. Tevî wê jî, me dît ku ev partî di hilbijartinan da beşdar dibin û di civîna parlamenta Kurdistanê ya yekem di vê salê da niwênerên van partiyan li ber sirûda neteweyî kurdî "Ey Reqîb" bi hurmet ranewestiyan, bi awayekî bêhurmetî di cihê xwe da rûniştî man, wek ku ne li civîna Parlamenta Kurdistanê bin. Bi rastî em tênegihîştin, çima şûrekî tazî jî daneynîne bi durişmên xwe wek rêber û serekên wan li Selefistanê (Soûdistanê)?!
Di pey ra me dît ku oldarekî Kurd bi navê Ebdul Semed bi kurdî diqîre û dibêje: Newroz ne cejneka îslamî ye, ne rewa ye ku em navê cejn li Newrozê bikin, pêximber Muhemmed bi Newrozê şanedibû. Ji bo misilmanan tenha du cejn hene: “Cejna Rojiyê û Cejna Qurbanê. Şabûn bi Newrozê ji tewrên kafirane”. Li vî lînkî binêrin:
Ji nişka va me dît xortekî Kurd bi dengekî berz û bilind gazî dike û dibêje: "Bila em bi qurban hezretî Umer bin! Wey bi qurban hezretî Umer! Bila xak, welat, niştiman, muhafiz û mudîrê nahiyê, şurtekan (polîs), her hemî bi qurbanî pîlavî hezretî Umer bin!". Ma gelo ne baştir û xweştir bû ku vî xortê pişaftî bigota: Bi qurbanî pîlavî her şehîd û rêveberkî kurdistanî bin?!. Li cihê ku ji me ra dibêje: "Bi qurbanî pîlavî hezretî Umer"?!. Ma gelo ne di dema ew hezretî Umer da bû ku Kurdistan hate dagîrkirin û bi serê dapîr û bapîrên me da ew bobelat anîn wek ku niha li gelê me li Şengalê kirin?! Li lînk binêrin:
Û ev jî ne bes, me dît ku bi dehan xort ji Başûrê Kurdistanê hatine di nav rêzên rêxistinên tarî da li Sûriyayê şerdikin. Hinek ji wan ewin yên ku talana Rojavayê Kurdistanê dikin û gelê me li wir dikujin. Û va ye ev oldarê Kurd jî kurdên me yên Êzîdî wek kafir dihejmêre, û wan dişîne dojeha tarî. Em her bawerin ku ev ne nişkegaviya dawî ye.
Gelo Heya Kengê Emê Bi Vajakî Bimeşin?
Gelê Kurd? Aqilmendên Kurd? Siyasetmedarên Kurd? Rewşenbîrên Kurd? Ka ji kerema xwe bêjin! Heya kengê emê bi vajakî bimeşin? Heya kengê emê bobelatan bînin serê neteweya xwe?
Di vê dema ku ji salekê bêhtire çeteyên tundrew şerê gelê me li Rojavayê Kurdistanê  dikin, mirovan dikujin, mal û hebûnê talan dikin, zarok û ciwanên me direvînin, dajon ser namûsa me, rêya av, xwarin û derman ji ser gelê me dibirin, ma ne şerm û ehmeqtî û nezanî ye ku em mîkrofonê bidin kesên ji vê tabûra pêncan, bê tore û bê perwa derbarê kurdên me yên Êzîdî sixêfan bikin û wan wek kafir bi navbikin?
Di vê dema ku ev talanker êrişê tînin ser Başûrê Kurdistanê ji Xaneqînê da li Rojhilat heya bi Şengalê li Rojava û gelê me li her derê, jin û mêr rawestiyane û di ber rûmeta me da berevaniyê dikin, ma ne şerm û ehmeqtî ye ku em vê tabûra pêncan bê seza û bê hesabxwastin bihêlin?
Di vê dema ku ev kesên bêrûmet dajon ser namûsa jin û keçên Êzîdiyan, û wan li bazara koleyan difiroşin ku li gor têgihîştina rêz û rêzikên neteweyî namûsa me şikandin, ma ne şerm, ehmeqtî û nezanî ye ku em bihêlin ev kesên han di mizgeftên welatê me û medyaya me da tiştê ku bixwazin bêjin?
Di vê dema ku li seranserê cîhanê her kesê xwedî wîjdanekî zindî li aliyê gelê me yî Êzîdî radiweste, û siyasetmedarên dewletên mezin li cîhanê li pey hev tên Başûrê Kurdistanê, û piştgiriyê didin gelê me, ma ne şerm, ehmeqtî û nezanî ye ku em li ser hebûna van nawendên tarîtiyê li welatê xwe bêdeng bimînin, û em rê bidin ku civak û duwaroja me hilweşînin û kavil bikin?
Di vê dema ku dewletên mezin li vê cîhanê êdî hişyar bûn, û destpêkirin bereyeka giştî li dijî ramana van hêzên tarî pêkbînin, ma gelo çi berjewendiya me Kurdan heye ku em fûte û rîşên tabûra pêncan ya tundrew di medyaya xwe da geş û bilind bikin? Gelo em dixwazin ku ev cîhan me jî têxe nav Selefistanê? Yan jî hinek hene dixwazin ku em jî li pêş cîhana nûjen wisa bêne xuyakirin?
Di vê dema ku dewletên di çêkirin û avakirina terorê da pispor bûn êdî destên xwe jê dişon, bi taybetî jî Selefistan (Soûdistan) û êdî bêş û arîkariya diravî ji bo têkbirina ramanên terorê didin, ma ji berjewendiyên me ye ku em ji cîhanê ra bêjin: Va ye em jî dikarin terorîstan biafirînin û peyda bikin?
Gelê me yî Kurd! Aqilmendên Kurd! Siyasetmedarên Kurd! Rewşenbîrên Kurd!
Heger em bihêlin ev tabûra pêncan, ya ji kurdewariyê pişaftî, kurdên Êzîdî, kurdên Kakayî, kurdên Eelewî, kurdên Şî'î û kurdên Xirîstiyan û hemwelatiyên me yên wek Xirîstiyan, Cihû û hwd. wek kafir bi navbikin, emê çawa karibin bêjin ku em neteweyeka yekbûyî û nûjenin? Û çawa emê garantiyê bidin van kurdên me ku ewê di duwarojê da rastî komkujî û qirkirinan neyên û wan neşînin dojeha îslamewiyên tundrew?
Zinhare zinhar! Ev kêmasiyeka pir mezine û metirsiyeka gewre ye li ber me. Nabe bi ti awayî em li ser tewrên vê tabûra pêncan bêdeng bimînin. Divêt ew bêne sezakirin û hesab ji wan bê xwastin. Divêt civata kurdî ji van kesan bê paqijkirin. Heger em wisa nekin, hîngê wê piştî çend salên din Kurdistan jî bibe Selefistan.