علي جل آغا : WEŞEK
2014-08-15
Gaveke piçûk dibişkive di pişkorîna
asoyeke veşartî de û dilopên şanaziyê
hûrik hûrik dibarin
xewnên xeyidî dilsoz dikin
di warekî bê dar û zevî de
hêstirên bîranîna keserekê
balkêşiyê li rewşa mijara tengahiyê dikin
germahiya agirekî dijwar sar dikin
herweha zemîn deşta derewa aştiya
sirûştiye û cemşîd giyanê ramanê çalake
û mejîxestiya lawaziyê bedewiya MOGÊN
rewanbêj bêtar dike
tenê azweriya pîlanê
rêberiyê dike û rojbûna wêraniyê
di afirîne !!!
ELÎ çil axa