Ronî ELÎ : Sîbera Mijgulan
2014-05-18
Li wir ..
Di bin zimanê te de
Hîn helbesta şeva bihurî
Ji xewê şiyar nebûye
Ka kenî wê zimanê te
Bi lîlîna helbestê
Govdeyê nemiran
Di goristana şeydê de
Rake sema
Ka kengî wê awaza civata me
Tîşka ronahiye
Li ser koza xewnên me vegre
De bese yarê
Benda zimanê xwe bişkîne
Da helbesta şevê
Bi honkaya serê sibehan re
Baskên geşbûna dildaran li dar xe
Li vir ...
Hîn xewnên avis
Di pençên lawiran de dicivilin
Birdûmankirina holkên gazindan
Dergûş bê deng hîştin
Û vîxanên min û te
Bi dîwarekî bê binî pesartin
De bese yarê
Dahola xuşewîstiyê
Bê deng govendê digerîne
Nalînên me
Di şevê de
Bendewarê rojê bimîn in
Û di rojê de
Kêferat û berberiya jiyanê
Bi guviştina lêvan
Çaresaz bikin
4-5-2014