كريمة رشكو : CANO

Soza me ya bi hev re da
Pêk nehat
Nizan im sedem çibû
Ez bûm an tu bûyî ?
Yan jî , bêdengî ya min û te bû ?
Ez westiyam li benda te ..Cano
Ma tu min nabhîzî
Tu li ku mayî
Tu li ku mayî
Ezê barkim ,

Ezê birev im ji vî warî
Dîroka evîna min û te
Bin ax bû
Cano ,Canê min
Bê dengî ya te
Dilê min yê xemgîn
 parçe kir
axxx dilê min ax
zanim , erê dizanim
tu bi dizî derbasî dilê min bûyî
min ramûsa û hembêz kir
lê ,, bê dengî ya te jî
mi bin ax kir    
tu her hebî û tim hebî
cano ,                       
wey ez bi qurban
wey ez bi qurban



ارسل تعليق

محتويات هذا الحقل سرية ولن تظهر للآخرين.