Şevger : Rîya Barzanî rîya azadî û serxwebûna kurdistan e

2013-03-03

Barzanî ma û her dimîne mîna Şemalkekê vêxistî û geŞ û omîdê dide nefŞên kurdan ku bawerî bi hebûna xwe bînin wekû netawek zindîye û ji mafê wî ye azadî û jiyaneke bi romet mîna hemû miletên ser riwê vê Erdê. 

 
Barzanî nimûneya canfîdayê yê û berxwedanê ye li dijî zilm û zordarîyê û mirovekî mêrxas ku ticaran ne tirsîya ji dujminan û bawerîya wî bi doza wî ya rawa dihat û wî ti ferq û cûdahî ne dikir navbera xwe û pêŞmergan de, wî bi pêŞmergan`re dixwar û xew dikir û di dema Şerî de ew li pêŞîya pêŞmergan bû, wî ew surha parastinê ji pêŞmergan ji xwere ne dixwest û her digot ez jî mîna we pêŞmerge me û ji wilo bihtir bizanibin Barzanî xadimê gelê xwe ye. 
 
Barzanî tevaya jiyana xwe tarxan kir bo azadîya gelê xwe û hîç çiyayên kurdistanê berneda û her wekû Şêrekî tivinga wê li milê wî bû û ban dikir yan kurdistan yan neman... heger merev berê xwe bide vê peyva ( kurdistan yan neman ) tê wê wateyê barzanî ji buna serxwebuna kurdistanê tekoshîn û berxwedan dikir û diyar dibe ji wîre di wê dema aloz de ku her dû blok hebû imperyalîzim û sosyalîzim û ew Şerê sar û gerim di navbera wan de û berjawendîyên wan di gel wan dewletê ku dagerker li ser kurdistanê ji ber van egeran û pir egerên din xwendina Barzanî ji wê dema zehmet de ew bû ku atunomî bêngavek li gor Şert û mercên salên 1950 ta salên 1975 an.
 
PiŞtî Şerê cîhanê yê duyamîn û damazrandina komara kurdistan li Mihabad bi serokatîya pêŞawa Qadî Muhamed,  Barzanî  yekser pêŞdar dibe li Mihabad û dibêje Qadî Muhamed va ez û hijmarek ji barzanîyan di xizmeta te û komara kurdistan de û barzanî dibe fermandarê pêŞmergan li komara kurdistan li Mihabad .
 
Kesek Mina Barzanî xwerager ne bûn li hemberî dujminan wî baŞ dikarîya pîlanên dujminan û dewletên hevkar bi wanre bixwîne, fikr û ramanê barzanî dimîne ew xeta niŞtîmanperwerî û heskirina xak û Ala kurdistan ,, Barzanî dibe ( Rêbaza Barzanîyetê ) û ev rêbaz îdî dibê milkê hemû gelê kurd li her çar parçeyên kurdistan ,,
 
Divê em rêbaza Barzanî û partî ji hev cûda bikin ji ber di xebata partîbûnê de û bi têkilêyên hevpar bi partîyan re dikarê ŞaŞîtî û qelsî peyde bibin yan jî ji buna berjawendîyên demê goherînin ramanî dorst bibin ,, lê di rêbaza Barzanî de hîç goherîn nabin ji ber Barzanî ( Sembola ) û mêranîye û berxwedana û azadîye û heskirin û lêbûrîn û aŞîtî û xwebawerî û soze .
 
Wek nimûne : Qadî Muhamed dema ku çû ber werîsê darvekirinê got : ez Ala kurdistan teslîmî Mustafa Barzanî dikim ji ber Barzanî bi tenya dikarê vê Alê bi parêze ,, va em îro wê Alê bilind dibînin bi keda Baraznî û partî û serok Masûd Barzanî û dewleta Fedral avaya .
 
PiŞtê salên 1960 pir ji kesan partî çkirin û ji buna xwe bikin rêbaz van kesan rabûn bi dijwarî û tûndî Şerê Barzanî û rêbaza Barzanî kirin di bin ramanên çep û fikra Markisîzmê de û bûne sebeba parçebûna partî û parçabûna civata kurd û xwestin berê gelê me bidin rêbaza Markis û givara û Ropson uu,, wan dizanîye ku me kurdan teybetmendîyek xwe heye û me jî rêbazên xwe hene mîna : Şêx Said û Şêx Riza û ihsan nûrî pasah û Simko û Qadî Muhamed û Şêx Mehmûd û Barzanî ... Dîse ewqas kes û ewqas partîyên piŞtî salên 1960 ne bûne rêbaz û hîç nabin rêbaz , ji ber ew sîfetên rêbazê di wan de peyda nabe û her partîyek ji wan dema veqetîya ye yan jî dorst bûye merev dinere ku di binve yan jî hiŞkere dujmin dest daya wan de bibin partîyek .
 
Li ser rîya Barzanî heya bi serkeftinê
 
Şevger 1.3.2013
 
 
 

 



ارسل تعليق

محتويات هذا الحقل سرية ولن تظهر للآخرين.