Cankurd : Berxwedan di ber serok Barzanî de

2013-02-06

Serok Barzanî ne ji êla min e, û ez jî ne ji êla wî me, ez ji êla Duderî me û ew Barzanî ye. Bi ser ve jî ez li parçeyekî Kurdistanê ji dayîk bûme, ew jî ji parçeyekî dî yê Kurdistanê ye.

Ew serokê herêma başûrê Kurdistanê ye û ew serokê partiyeke mezin e, ku ne endamê wê me, û ez jî Kurdekî mişextî û koçkirî me, hema ne serokê şivanên gundê xwe me jî... Lê gava hêriş li ser Serok Barzanî tên kirin, dilê min î nesax bêtir ditengije, ez di xwe de dixeyidim û nizanim çi li hember van hêrişan bikim.

Lew re min tenha helbesteke piçûk nivîsandibû, hema ez nizanim ew baş e an ne.
Gava min dest bi nivîsandina vê gotarê kir, bûyereke dûrokî ya navdar li ba Ereban hate bîra min. Sala ku cenabê pêxember Mihemmed, selewat û silav lê bin, tê de ji dayîk bûye, jê re dibêjin „A’mulfîl- Sala Fîl“ ji ber ku di wê salê de Hebeşiyan bi leşkerekî mezin, ku hinek fîl jî li gel wan hebûn, ber bi Mekke ve hatin, ku Kaabe wêran bikin. Kaabe berê navenda perestgahên heme êlên Ereban bû. Hîngê bavpîr an apê pêxember, selewat û silav lê bin, li bêşeyê „Sehrayê-Çolê“ li hinek hêştirên xwe digeriya, nedizanî ewana ku ve berşê bûne. Komeke mirovan rastî wî hat û jê pirs hat kirin, ka ew li çi digere. Bersîv da wan, ku ew li hêştirên xwe digere. Ewana keniyan û gotinê:“Tu li pey hêştirên xwe digerî û Hebeşî di rê de bo kavilkirina Kaabe.?“ Wî bersîv da, got:“Bo min hêştirên min giring in, bo Kaabeyê xwedayê wê heye, wê diparize.“ Rast jî, Xwedayê Kaabeyê, ew mala ku pêxember Ibrahîm, silav lê bin, bo perestiya Xwedê ava kiribû, parast û hêrişa Hebeşiyan badilba çû, pir dilşikestî û serîdaxistî vegeriyan welatê xwe.
Bê guman, bo serok Barzanî jî Xwedayek heye, ew berê gelek caran ji hêrişên wêran û kavilkar parastiye, wê niha û dema ku li pêş me jî, dîsa biparize. Bêtir ez naxwazim tiştekî dî li ser vê yekê binivîsim. Helbesta min jî eve bû:
Barzanî balatirîn nav e
Ew bo me Kurdan bav e
Ew dil e… û ew çav e…
Barzanî bo me ro ye
Ew bayê sibê ye
…û ew bo nanê me xo ye...
Barzanî li cîhanê dengê me ye
Ew rêber û pêşengê me ye
…Di şevên tarî de Barzanî pêşmerge ye
Barzanî hilgirê ala me ye
Ew xudanê keleh û bingeha me ye
…û di cengê de Barzanî serdarê me ye
Barzanî bo me havîn û zivistan e
Bo me hem ba ye û hem barane
…û ew lêvegera Kurdistan e…
                         lêvegera Kurdistan e
 
Carekê li Bloga me jî binêrin:
Ji comerdiya xwe, me agahdar bikin, heger hûn heznakin nameyên me ji we re bên
  Silavek ji dil  / Grüsse / BESTS/ Salamat
Têldest: (+49) 163 869 81 59, 
Cankurd - 
 


ارسل تعليق

محتويات هذا الحقل سرية ولن تظهر للآخرين.