DIVEGERIM
2012-05-27
Divegerim bi dilekî jar û xembar
Li wê axa ku min jê barkir bû
Li wan şopên ku sar mayîn
Li wan çirayên ku divemirîn
Ew hêstirên şevên bê deng
Ew tariya xewnên bê reng
Divegerim û bi hisreta demê
Li hev dicivînim çîrokên xemê
Xembar dibim di pêsîra dûriyê de
Dildar dibim di hêviya baweriyê de
Bawerî di hêrive li ser pêlên derya
Xaka renge reng çemekî zuha
Di aniya rojê de şiyar dibim
Divegerim di xilmaşiya rojê de
Roj sar dibe ker û lal dibe
Ji dûriya bê deng har dibe
Divegerim li jiyanek kevnar
Jiyanek miştî vîn û evîn
Di westim û her li ber xwe didim
Da ku vegerim bi hêviyek nûjen
Xewnek miştî hêstir û ken
Divegerim û hêvî xilmaş dibe
25.05.2012 Elmaniya
Dildar ismail