صدور رواية جديدة للكاتب جان دوست

صدرت عن دار Avesta (آفستا) للنشر في اسطمبول رواية Martînê Bextewer (مارتين السعيد) الرواية الرابعة في سلسلة الروايات التاريخية التي دأب الكاتب الكردي جان دوست (مواليد 1966 كوباني)على الاشتغال عليها وإصدارها منذ عام 2004

 

حيث صدرت روايته الأولى Mijabad التي كانت أحداث ثورة البارزاني ثم جمهورية مهاباد مادتها الرئيسية. وقد تلا ذلك صدور رواية 3 Gav û 3darek عام 2007التي تناولت ثورة الشيخ سعيد تبعها عام 2008 صدور رواية Mîrname التي اهتمت بحياة وفكر الشاعر الكردي الكبير أحمدى خاني. 

الرواية الأخيرةMartînê Bextewer  تشكل انعطافة في مسار الكتابة الروائية لدى جان دوست حيث البطل الرئيس في الرواية ولأول مرة شخص غير كردي بل هو ألماني اسمه مارتين يتجه في العام الأخير من القرن السابع عشر صوب الشرق حيث " الروحانية والشمس والتصوف" كما قال له العجوز هانس ،وهو صاحب خمارة، ذات يوم. وفي بحث مارتين عن كتاب " الإفادة في إكسير السعادة" يصطدم بالحياة الشرقية كما هي لا كما تخيلها ويغرق في تفاصيلها اللذيذة والقاسية إلى أن ينتهي به المطاف في خان للمسافرين في أقصى حدود كردستان في بلدة بايزيد. هناك وقد مضت على غربته تسعة أعوام، تبدأ محنته الأساسية بعد لقائه برجل كردي غامض هو داوود المامزيدي وتتلاطم في رأسه بحار من الأفكار تقلب أوضاعه.
 
 


ISBN: 978-605-5279-10-3
13x19.5,صفحة 264 
 
 
Martînê Bextewer… Romana nû ya Jan Dost derket
 
Avesta, piştî “Mijabad”, “3 Gav û 3darek” û “Mîrname” vêga jî romana nû ya Jan Dost pêşkêş dike: Martînê Bextewer. Berhemên giştî yên edebî yên Jan Dost tev de ji nû ve tên çapkirin. Piştî çapa nû ya “Mîrname”yê 6 kitêb ê di qotiyekê de bên komkirin û bi bihayekî ji yên li ser kitêbê kêmtir bikeve bazarê. Kitêbên di setê de cî digrin, ji xeynî romana nû, tev de çapên nû ne, bi giştî jî çapên duyemîn in. Ev serkeftina edebiyat û zimanê kurdî ye, edebiyata kurdî bi firê dikeve. Di vir de rola sereke ya xwendevanê kurdî ye. Qevdek gul ji bo herkesê ku mil dide vê xebatê…
 
Martînê Bextewer…
 
Pirsa qedîm a dîrokî ye; mirov bi pey sirrên jiyanê dikeve, li jiyaneke bextewer digere...
Ji ber ku “...devera ku mirin lê hebe, bextewerî xwe dide paş.”
Martîn, bi vê armancê berê xwe dide Şerqê. “Şerqa rûhaniyetê. Şerqa ronahiyê. Şerqa roj û xweşiyê. Şerqa tesewwufê. Li vir çi heye Martîn? Nakokiyên dêran û keşeyan? Bi sedan mîrnişîniyên ku êdî ji qijnikan xerabtir xwîna xelkê dimijin û di pehnavan de rebenan kom dikin û bi şûran hev qir dikin? Welatê dînan e ev welat. Çi li vir heye?”
Martînê Bextewer, ku navê xwe daye vê kitêbê, ji Almanya radibê, li ser şopa vê pirsê ber bi welatên Rojhilat, welatên ku roj lê hiltê dikeve rê. Ji ber ku heta dilê wî nebê warê hikmeteke mezin ruhê wî xilas nabe. Ew dixwaze bigihîje kitêba “El Ifade fî Iksîr el Se‘ade.”
Û li welatên Rojhilat, di bin ronahiya rojê de rastî heqîqetên jiyanê tê ku ew û rastiyên kitêban li hev nakin. 
Dawî dema ji wê “komedya mirovahiyê” a ku li xaneke Bazîdê tê temsîlkirin bi zehmetî xilas dibe, rastî Dawudê Yezdanyarê Mamzêdî tê; “şîret”ên ku Mamzêdî dide Martîn wê hemû zanîn û tecrubeyên wî berovajî bike.
“Martînê Bextewer”, sînorên romana kurdî fireh dike...
 
Martînê Bextewer
Jan Dost
ISBN: 978-605-5279-10-3
13x19.5, 264 rûpel, 17 TL
 
 
 


ارسل تعليق

محتويات هذا الحقل سرية ولن تظهر للآخرين.