Rewsa romana kurdî

لا يوجد ردود
User offline. Last seen 11 سنة 32 اسبوع ago. Offline
مشترك منذ تاريخ: 27/03/2006

Di nav wêjeya kurdî de, hêj jî beşa herî qels roman e. Romanên xwerû bi kurdî ji sedî nabihûrin. Tê bîra min, ji sala 1975-an ta 1980-yî li Kurdistanta bakur tenê romaneke bi kurdî hate weşandin. Ew jî romana Erebê Şemo “Şivanê Kurd” bû. Di wê demê de gelek kovarên siyasî yên Kurdan bi Kurdî û Tirkî der diketin. Hinek pirtûkên helbestên kurdî jî der ketin, lê qet romanek jî bi kurdî der ne ket.Di wan salan de digel romana Ereb Şemo, romaneke Cegerxwîn jî li bin xetê der keti bû û bi dizî di nav destên xwendevanên kurd yên Kurdistana bakur de digeriya. Navê wê romanê “Reşoyê Darê” bû.

Ji sala 1975-an ta 1980-yî, min bi sedan romanên nivîskarên biyanî (bi piranî jî romanên nivîskarên rûs, tirk, ewropî û amerîkî) xwendin. Lê, ji bo ku di wê demê de romanên kurdî ne hati bûn nivîsîn û weşandin, min tenê ev herdu romanên ku min bi nav kirine (Şivanê Kurd û Reşoyê Darê) xwendin.

Sala 1990-î bû destpêka roman-nivîseriya kurdî (Mexseda min Kurdistana Bakur e. Kurdên Kafkasyayê û yên Kurdistana Başûr ji berê ve hinek romanên kurdî nivîsî bûn. Lê, romanên ku wan nivîsî bûn bi tîpên Kirîlî û Erebî bûn. Kurdên Bakur nikari bûn van herdu alfabeyan bixwînin). Roman-nivîseriya kurdî li Ewropayê dest pê kir. Ji salên 1990-î heta sala 2002-an gelek romanên kurdî hatin weşandin. Di nav nivîskarên Kurd de, yê ku herî pir romanên kurdî nivîsandine û weşandine Mehmed Uzun e. Digel wî, nivîskar Mustafa Aydogan, Hesenê Metê, Lokman Polat, Mihemed Dehsiwar, Suleyman Demir, Mezher Bozan, Xurşîd Mîrzengî, Zeynelabîdîn Zinar, Bubê Eser, Laleş Qaso, Remezan Alan, Adîl Zozanî, Medenî Ferho, Torî û hwd. romanên kurdî nivîsîn û weşandin. (Di nav nivîskarên roman-nivîser de sê nivîskarên ku herî pir roman nivîsîne û weşandine Mehmed Uzun, Lokman Polat û Medenî Ferho ne).

Digel ku bi dehan nivîskarên Kurd hinek romanên kurdî weşandin jî, ev têr nake. Romana kurdî hêj jî qelsiya xwe didomîne. Di nav wêjeya kurdî de rewşa herî xirab rewşa romana kurdî ye. Qelsiya romana kurdî ne tenê ji bo Kurdistana Bakur, ji bo hersê perçeyên din ên Kurdistanê jî weha ye. Li Kurdistana Rojhilat hêj jî romaneke xwerû bi kurdî tune ye. Li Kurdistana Başûrê-Rojava du-sê nivîskaran çend roman nivîsîne û hew. Li Kurdistana Başûr jî, ku ev heftê sal e ji hêla zimên ve azad e, du-sê nivîskaran romanên kurdî (zaravayê soranî) nivîsîne. Hejmara romanên wan jî ji tiliyên destan nabûre. Herweha qelsiya afirandina romanên kurdî li seranserê Kurdistanê di hemû beşan de didome.
Ji hêla naverokê de jî qelsiyeke romanên kurdî yên heyî hene. Qelsiya herî berbiçav, tunebûna sahneyên erotîk, ramanên felsefî û hestên psîkolojîk e. Divê cure cure romanên kurdî hebin: Romanên realîst, surealîst, sosyal, civakî, modernîst (nûjen), postmodernîst (piştnûjen) û sembolîst hebin. Divê romanên dîrokî, romantîk, macera û heta yên polîsî jî hebin. Hinek xwendevan dibe ku ji romanên fantastîk an romantîk hez bikin, hinek dikarin ji romanên polîsî yan ji yên ku mijara wê li ser bûyereke dîrokî hatiye hûnandin hez bikin. Yanê divê romanên cihêreng û pircure hebin.

Ziman, çand û wêjeya neteweyekî hebûna wî neteweyî ne. Neteweyek ku zimanê xwe, çanda xwe, wêjeya xwe wenda bike, ew bi xwe jî wenda dibe, di nav neteweyên din de dihele, asîmîle dibe. Yên ku neteweyan li ser lingan dihêlin ziman, çand û wêjeya wî neteweyî ne. Sedemên ku çima roman-nivîsiya kurdî ewqas qels maye gelek in. Lê, sedema bingehîn siyaseta nîjadperest û şoveniya dewleta dagirker a Tirk e. Ev siyaseta wan a şoven, bi zagonên paşverû hebûna netewa Kurd û zimanê kurdî qedexe kiri bû. Zimanekî ku 70 salî qedexe be, helbet pêşketina wî zimanî wek ku tê xwastin pêk nayê, wêjeya wî zimanî beyar dimîne; wêjeya ku bi hezar zor û zehmetî bê afirandin jî qels dimîne. Civak paşve dimîne û kar û xebata rewşenbîrî bi berhem nabe. Heger li Kurdistana Bakur di dibistanan de bi zimanê kurdî perwerde bihata kirin, bi kurdî pirtûk, kovar û rojnameyên rojane bihata weşandin, romana kurdî jî dê gelekî geş û xurt bibûya, pêş biketa.

Wêjeya Kurdî a devkî gelek xurt e, dewlemend e. Wêjeya nivîskî qels e, lê di van salên dawîn de, wêjeya nivîskî jî ber bi pêş dikeve, pêş ve diçe, dewlemend dibe.

Di nav wêjeya kurdî de qelsiyek jî di hêla romanên dîrokî de xwe nîşan dide. Nivîskarên kurd yên romanivîser divê romanên dîrokî jî binivîsin. Nivîsîna vê cure romanê wêjeyê dewlemend dike.

Roman û dîrok bi hevdu ve têkildar in, bi hev ve girêdayî ne. Romanek dema bê weşandin, ew roman dixwazî li ser dîrokê û dixwazî li ser bûyerên rojane ya dema nû be, piştî demeke dûr û dirêj – yanê di navberê de dem û dewran bibûre – ew roman jî dibe berhemek, belgeyek anku pirtûkeke dîrokî. Dema ku roman tê weşandin, şahîdê (dîdevanê) dema xwe ye, lê piştî demekê ew jî dibe dîrok.

Romana dîrokî di sedsala 19-an de bi roman-nivîser Walter Scott dest pê kiriye. Berhemên W. Scott, Balzac, Tolstoy, Pûşkîn, Dostoyevskî berhemên klasîk yên dîrokî ne. Di van berheman de kes û bûyer li gora rastiya dîrokî hatine afirandin, lê gelek sawîr jî lê hatine zêdekirin. Berhemên Aleksander Dumas li ser bingeha macerayên dîrokî, wek çîrokên serpêhatinê, lê bi teknîk û forma romanê hatine nivîsîn.

Hinek romanên dîrokî jî li ser serpêhatiyên kesayetiyên dîrokî hatine afirandin. Her wekî romanên ku li ser Hz. Alî, Tîmûrleng, Raspûtîn, Kleopatra, Îskenderê Mezin, Hanîbal, Gilgamêş, Ramses, Hz. Musa û yd. hatine afirandin (Di vir de hêjayî gotinê ye ku şaristaniya misrî ya kevin gelek hikarî li mejiyê roman-nivîseran kiriye. Hinek roman jî hene ku jê re dibêjin romanên dîrokî yên fantaziyê, yan jî romanên fantaziyên dîrokî. Romana Catherîne Hermany “Wezîrê şevê” , ya Mîka Woltarî “Evîndarên Bîzansê” , ya Umberto Eco “Navê Gulê” û hinek romanên Necîb Mehfoz û Amîn Maalouf di vê kategoriyê de ne. Di van romanan de dîrok û fantazî têkilhev dibin. Bûyerên ku di van berheman de çêra wan tête kirin bûyerên dîrokî ne û bi fantaziyan hatine xemlandin).

Hêj jî romana serokên serîhildêr ên Kurdan ne hatine nivîsîn. Bi min, divê romana Seyid Riza, Elîşer, Qazî Muhamed, Şêx Seîd, Barzanî û hwd. bên nivîsîn. Li Kurdistana Bakur şerekî panzdeh salan hat pêkanîn, hêj jî romana vî şerê panzdeh salan ne hatiye nivîsîn. Di hemû serîhildanên Kurdan de gelek mêrxasên bi navûdeng hebûn, ji Yado heta Mahsûm, bi sedan egîd û mêrxas bi mêraniya xwe ketin nav rûpelên dîroka têkoşîna Kurdistanê. Divê ew hemû egîd û mêrxas bên bîranîn û romanên wan bên nivîsîn.

Di romanê de pêşketin û guherînên nûh çê dibin. Cîhan tête guhartin, roman jî xwe diguhire. Teknîka nivîsîna romanê tête guhartin, nûjen dibe. Romanên Tolstoy, Dostoyevskî, Vîktor Hugo, Balzac û yên Susan Tamaro, Paulo Cuelho û Aleksandro Barîco ne wek hev in. Romanên berê her cîldê wê 300–400 rûpel bûn, yên niha wek cîld nîn in û her roman ji 150 rûpelî nabûre. Hinek romanên nivîskarên îtalî 100 rûpel in. Civak çiqas pêş bikeve, modern bibe, ji hêla zanîn û teknîkê ve çiqas pêşketin çê bibin di romanê de jî dê herweha pêşketin çê bibe. Yanê pêşveçûnên Fîzîk, Astronomî û hemû şaxên zanînê li ser ramanên felsefîk û dîtinên toreyî/wêjeyî akameke mezin dihêlin. Dîtin û ramanên felsefî û wêjeyî jî li ser civakê akam û bandorê dihêlin.

Zimanê romanê divê gelek hêsan be. Zimanekî wêjeyî, lê hêsan ku xelk tê bigihe. Ji xwe wateya bêjeya “roman” di serî de “pirtûka ku bi zimanê gel hatiye nivîsîn” bû. Mirov gava li sedsala 19-an ya gelên Ewropaya Rojava dinêre, dibîne ku ew dem dema xurtbûn û pêşveçûna romanê bû, lê piştî wê demê jî, romanê pêşveçûna xwe domandiye. Romanên wê demê bi zimanê gel hati bûn nivîsîn û li ser xelkê pir akam hêşti bûn. Di dema ronasansê (vejîn) û reforman de çanda gelên Rojava bi romanê formeke nû stand. Roman bi vê forma xwe ya nû bû alaveke guherandina civakê. Roman bû xwediyê erk û delameteke girîng. Ev delameta wê ya girîng hêj jî didome.

Bi kurtahî, Roman hêj nû ye. Sê sedsalan berê hatiye avakirin. Di sedsala 18. û 19. de gihîştiye tewawtiya xwe. Roman hêj jî ber bi pêş ve diçe, bi teknîkên nû dixemile. Di romanan de têkiliyên mirovan yên bi hevdu re û yên bi xwezayê re bi awakî berfireh û şaxdar tête çêrêkirin, bi hunerî tête hewaldan. Di nav van têkiliyan de; ji pirsên ruhî hetanî rewşa aborî û gelek rewşên din hene. Di hewaldana evîndariya du ciwanan de trajedî heye, rewşa civakî ya wê deverê, wê heremê heye. Roman vekirin û derketina holê ya munasebeta civakî ye. Roman keşifekî nû ye, îcatekî nû ye. Teknîka avakirina wê tim tê guherandin, tê nûkirin.

Kar û xebata ku ez dikim, tiştên ku dixwazim pêk bînim, ew tişt in yên ku nivîskarê hêja Marîo Vargas di demekê de anî bûn zimên û li ser giringiya wan rawestiya bû. Niha yek ji xebatên min yên girîng ew e ku, ez bi piraniya xelkê bidim bawerkirin ku pêwîst e em xwedî li wêjeyê, li toreyê der kevin. Hesasiyet û azadiya cîhana paşerojê girêdayî wêjeyê ye. Wêje garantiya (misogerê) azadiyê ye, ji ber ku ew weke her tiştê din nikare were birêvebirin û kontrol kirin.

Wêje hem ji bo zindîhêştina rexneyan li hemberî rastiya cîhanê û hem jî ji bo nûkirin û parastina zimên bingehek e.

LOKMAN POLAT