Guh bidêr(Cigerxwîn)7
Guh bidêr
Sedê bîstaye guh bidêr
Bayê şiyarî guj-guje
dinye siyaset ronye
tenha li kurdistan mije
Millet hemî rabûn ji xew
Lê milletê kurd ta niha
Kevnepereste , pir nezan
Bi paşde maye mêrkuje
Ji hevre xwîn xware û neyare
Carek ji xwe nabin şiyar
Ji dijminanre doste ew
Dilşade û dilpaqije
Li her cihî bûne dubend
Dijmin bi wan bûn dewlemend
Karê neyaran tim tewaş
Karê me kurda tim rije
Nexwendî mane , har û dîn
Ma guh didin wijdan û dîn ?
Çûne stêran rast û çep
Kurd ta niha jî xwînmije
Guh bidne sazê milletan
Sînfoniyên şêrîn û xweş
Sazên me jî bi paşda man
Heyran û şer û lavije .....
Garis me çandî gewr û zer
Ev ber wilo naçî serî
Çibkin , ciger-xwîn kalemêr
Çendan ku hê jî dilbije.
dem xoş endamin heja