Gul Firos
Gul firoş
ey gula baxçê welatê min
serî rake guhdarke li min
li gurbetê jiyan zore
çibikim îro penaberim
rojek heye li te vegerim
gul firoş
got min ha
min got tu li ber çavê min
diyar dibe him....şev û him Roj
ji te memnûnim li der dorê konê min
negere gaziya neke gula nefiroş
ji ber kû îro ez penaberim
tû qeftên gula li ber çavê minî reben
nergerîne gul firoş
naxwazim lê binerim
ji ber kû îro ez penaberim
ez di karim tovên gula li gulîstana
gurbetê biçînim
lê îro ez li virim
sibe kî dizane ez li kûrim
buxçika min li ser milêmine ezê herim
herim.......
herim.......
herim
min ne bawere ez carek din lê vegerim
di her war gehekî de min gûlek çand
lê mixabin çavê gurbetîya kor be
çim kû îro ji rengê gûlên xwe
bê pêjin û bê xeberim
ger yek ji min bipirse dosto
tû dixwaze li gula bi gere
ezê bêjim
na bi qurbana çavê te
tovên gula di bûxçika min de pirin
ez li warê gula di gerim
ma tû nizane ez jî wekî bilbilekî
li ser...şaxê dareke ...şikestî
birîndarim wek wî ez jî bi
xem û kûl û keserim
ger te ya di dilê min da bizaniba dosto
tenê tê nas bikira ez ne wa bê çav û bê ling û bê serim
û bi çendî tû aşiqê gulaxwe be dosto
ez jî li welatê xwe aşiqê
gula kesk û sor û zerim
lê çibikim
mixabin îro ez penaberim
mixabin îro ez penaberim
gul firoş
S A L A R
westîam ez ji bu wan çavan......
penaber bum ez ji ber evina te ...
edî besa yare lemin beka dilovan ....
dest xesh salar ....