amude

رد واحد [اخر رد]
User offline. Last seen 11 سنة 46 اسبوع ago. Offline
مشترك منذ تاريخ: 29/01/2007

Dem 13ê meha 11ê, sal 1960

Di êvareke teng de dest bi dîlana mirinê dibû
Kêm caran zarokan bi vê leystikê lîstibûn
Agir
Birajtin
û
mirin
Zeredeşt wê şevê ji Girê Şermola vedciniqî
û
bi lez û bez bi hawara Amûdê dihat
li hin dayikin şîrgerim û pêwas û servekirî rast dihat
min ne wisa gotiye!
Festîvala min ne bi canê zarokan tê lidarxistin
Gunehkariyeke mezin di meydanê de heye
Hurmiz xwe li dor wan pêçaye
Twanbar e
Gunehkar e
Mirnê Sirûda hêvî ya di nav tirafê de tevizand

Kolanên Amûdê hatin alastin
Ji zarokan
Ji lîstikan
Ji dergûşan
Ji xwendevanan
Ji hemû dilroniya xewnên te
Rondek ji rondikan di bariyan
û
berî didan sînga dayikê
ta hinek germbûn bide laşê wê
û
bi hişê xwe ve were
dîsan dîlokan li ser wî kurê bi tenê bêjin:
mirin ev mirin e, kurê min
bila kêfa Cemîla buhêra bê
bila ji bihna laşê wê qonaxa ava bikin
bila deng li hev bi qîrin ta mirin xwe di bêhna wan de
xwe bikuje

Wiha Amûdê bi şîn û girî rahiştin komên hestiwan û
berî di dan Girê Şermola
gir
digiriya û digot:
barê min bi van zarokan giran mekin
bi van mendalan
bi van ciwanan
bi van find û omîdan

ji wê rojê ve ta îro Girê Şermola
her 13.11ê hinek goşt ji laşê xwe dixwe
û
findek vemirî ji dilê ciwanekî
di bin dilê xwe de vêdixe
xwe dişewitîne
...............Dijwar Naso................

مشترك منذ تاريخ: 20/02/2007

sepas bu te nervin