shaiir û bilbil

2 ردود [اخر رد]
User offline. Last seen 13 سنة 23 اسبوع ago. Offline
مشترك منذ تاريخ: 28/04/2006

Rojek li bajêr em civîn
Kesên li çarçiyê bezîn
Yek bandikir jibo kirîn
Bilbil û gerzel dihejîn
Bilbil midît ew pir hezîn
Min got û dil tevde birîn
Bilbil were li gel min bixwîn
Bilbil buhar hatî bi evîn
Deşt û zinar tev xemilîn

Min got û bilbil deng nekir
Seri ji erdê ranekir……….
Carek tenê li min meyzekir
Sed jan û ta li min peydekir
Bîr hatina gul wî dikir
Kul û keder lê zêdekir
Gazin gilî bo min nekir
Pirtik hejandin wî vekir
Dev û ti gotin wî nekir

Bilbil evîn darê gulê
Jibîr neke wê roj hilê
Tê bête der ji gerzelê
Tê bête mihvanê gulê
Tê bête ser şax û pelê
Dehla mezin ez û te lê
şiiran dibêjin pir belê
Dema go dil tête kelê
Jana mejî wek ya melê
Kevran dixîne kelkelê

Bilbil û gerzel min kirî
Rê min vekir bilbil firî
Bi jor ket û li min nerî
Li ba didan bask û perî
Sipas dikir bi serwerî
Li ber vebûn hzar derî
Bilbil mi her azad kirî
Ez mam li nav ceng û şerî
Kesek ji wana wergerî
Pirsek ji min kir bi serî

Min gote wan guhdar dibûn
Kesên ji wan dil jar di bûn
Min got bira ev ser xwebûn
Awir didan guh bel dibûn
Rekeh mi avêt ew diçûn
Tev ser di berde dil bi xûn
Bilbil û gul pev şadibûn
Disa ji nû azad dibûn
Rûgeş û dil seyran dibûn
Şiir û stiran peyda dibûn

Şair tenê ma li vaderan
Şiran di bêjê ji kederan
Şiyar dike hemû biran
Peş wan di ke dil gawiran
Dil vêdixîne feneran
Li pey riya pexemberan
Fida bikin can û seran
Can û ceger li peş biran
Da vêkevin xan û çiran
Da bête nêçîra guran

BAVE BIRUSK

User offline. Last seen 18 سنة 1 اسبوع ago. Offline
مشترك منذ تاريخ: 15/03/2006

مشكور حبيب قلبي shergo bejo

User offline. Last seen 13 سنة 23 اسبوع ago. Offline
مشترك منذ تاريخ: 28/04/2006

العفو رامان