Mhemed şerîf birhik : Bavê Ela

Bavê ela tu ji bîr nabê
Rû reş bi xwina te şa nabê
Ta ku yek ji kurda mabê

Dil ji çav bawer nekirin
Bîr anênin te ne hindikin
Rojê li pêş ya me gelekin

Gok zemînê di hejînim
Zinar û lata di hêrivînim
Dijmin li ber cave xwe nabînim

Al û sirûd li ser gora te ye
Milet birçiyê qehr û doza te ye
Va azadî ye nerîn ji ramanê te ye

Şêrê netewa berzanî
Bare giran te ne danî
Qelanê te nayê zanî

Tu mêr û merd û qehremanî
Miletê kurd baş dizanî
Ti wa saxî pakrewanî

Mhemed  şerîf  birhik