Dr. Sozdar Mîdî (E. Xelîl) wergera ji erebî: Mustefa Reşîd : Xeleka Gotaran: Kurd û Îslama Siyasî Xelek 2

2014-01-23

Şerê Navbera Gelên Çiyan û Gelên Biyabanê

Pirsgirêka kurdî ne tenê encama peymana Saykês-Pîko (Sykes-Picot) ya sala 1916-an,  ne jî tenê encama şer û peymanên navbera herdu împeratoriyên Osmanî û Sefewî ye û ne jî tenê encama talankirina erebî ji Kurdistanê ra di sedsala 7-an da ye.

Ev mijara me bi pirî ji wê kevintire, ew vedigere dora 4000 sal b.z. Ev diyarde rûyekî kefteleft û şerê navbera gelên çiyan û gelên biyabanê li ser erdnîgariyê ye. Di eynî demê da, ew berdewamiya keftelefta navbera çand, bîrewerî û siyaseta van herdu aliyane; yanê ya gelên çiyan û gelên biyabanan. Berî ku em li çand, bîrewerî û siyasetan bikolin, ka em dest bi erdnîgariyê bikin, ji ber ku çand, bîrewerî û siyaset herdem bi erdnîgariyê va girêdayî ne.

Şer û Keftelefta li ser Erdnîgariyê:

Hên di berbanga dîrokê da herêma here girîng di Rojhilata Navîn da, herêma navbera Perava Somerî (Perava Farisî) û Biyabana Erebî ji hêla başûr va heya bi Derya Reş li bakur û Textê Çiyayî yê Ariyanî ji rojhilat va heya bi Derya Sipî li rojava bû. Ev herêma ku em qala wê dikin, di dema niha da ji welatên Fars, Kurdistan, Azerbeycan, Ermenistan, Turkiya, Îraq, Sûriya, Libnan, Felestî û rojavayê Urdin pêktê. Ev herêma ku hincaran "Welatê Heyvê yê bi Xêr û Bêr" jêra tê gotin, dergûş û landika şaristaniyê li rojavayê Asiyayê bû. Şaristaniya Guzana, ku wek Şaristaniya Helef jî tê binavkirin (Helef navê girekî dîrokî ye li nêziya bajarê kurdan Serê Kaniyê) kanî û maka wê ya here navdar bû. Lê belê ev şaristanî di navbera sedsalên 4400 heya 4300 b.z. da ji arê hate rakirin û winda bû .

Hên ji wê demê da hevzoyê başûr yê çemên Dijle û Ferat (Mêzopotamiya) û deştên Sûriyayê meydana kefteleft û şerê navbera gelên çiyayê Zagros (pêşiyên Kurdan) û gelên Samî bû, ku ew - li gor pirtûka Tewratê - ji hêla Biyabana Erebî û Beriya Sûriyayê va ber bi bakur va kişiyabûn. Gelê Somerî, gelê herî kevin bû, ku ji şaristaniya Guzana, ji çiyayên Zagros hatibû û li deştên başûrê Mêzopotamiya bi cih û war bûbû; ji ber ku axa wir avî û bi xêr û bêr bû. Wan li wê herêmê şaristaniya here gewre ya rojavayê Asiya ya navbera salên 2800 heya 2370 b.z. avakir.

Li Rojava û başûr-rojavayê Mêzopotamiya hin êl û eşîrên revend li beriya Sûriyayê û biyabana welatê Ereban digeriyan. Ew herêm erdnîgariya birçîbûnê bû û wisa wan êlên revend talan dianîn herêma Mêzopotamiya û deştên Sûriyayê, ku erdnîgariya têr-tijî û bi xêr û bêr bû; erdnîgariya dewlemendiyê bû. Li dora salên 2500 b.z. êlên Ken'anî gihîştin Felestînê û êlên Akkadî gihîştin Mezopotamiya. Ew di destpêkê da bi rêya kar û parsê kertin nava civata Somerî û di pêy ra, gava hin şer û berberî di navbera bajarên Someran da peydabûn, derfet û fersend dîtin, bi serokatiya Sargonê Yekem hêzên xwe kirin yek, welatê Someran xistin destê xwe, êdî ew bûn xwediyên welêt û wisa cara yekem dewleteka navendî bi navê Padîşahiya Akkad ji salên 2370 heya 2230 b.z. avakirin. Wan piraniya Îraqa niha xistin bin destên xwe û êdî talan birin çiyayên Zagros û ser Padîşahiya Êlam jî .

Lê belê gelên Zagros bi rêveberiya gelê Gotî bi tundî li hember Akkadiyan rabûn, pîştî demekê zora wan birin, talan ajotin ser Mezopotamiya û wisa welatê Someran ku ketibû bin destê Akkadiyan di salên 2230 heya 2120 da xistin bin serdariya xwe. Di pey ra gelên herêma Somerî-Akkadî careka din bi hêz bûn û Gotî vegerandin herêmên wan yên çiyayî. Ev serhildan bi rêveberiya padîşahê Somerî Ur-Nammu bû; salên 2112 heya 2095 b.z. Ev Padîşah avakerê Padîşahiya Ur ya Sêheme (2112 - 2004 b.z.) .

Li dora salên 2000 b.z. êlen revend yên Amurrî Samî ji bakurê biyabana erebî, belkî jî, ji beriya sûrî ber bi bakurê Sûriyayê va kişiyan û şopek din ji wan ket herêma Mêzopotamiyayê. Van êlên Amurrî li Mezopotamiya padîşahiya Babil ya yekem avakirin. Yek ji padîşahên wan yên navdar Hemorabî ye (Hammurapet). Di pey ra êdî êrîş û talan birin çiyayên Zagros. Lê belê wê demê êlên Kaşî yên Ariyanî gihîştibûn herêma rojavayê Asiyayê û di nav gelên Zagrosan wek Êlamî, Gotî, Lolobî û Sobarî da hêz û şiyan vejandibûn. Ew li hember Babiliyan derketin, zora wan birin û bajarê Babil jî dora şeşsed sal (1741 heya 1157) xistin bin serdariya xwe . Piştî dema Kaşiyan, Kildanên Samî bûn hukumdarên Babil.

Piştî wê demê bi sedsalan kefteleft û şerê li ser axa Mêzopotamiya û Sûriyayê di navbera gelên Arî yên çiyayên Zagros û gelên biyabanan yên Samî da berdewam kir. Bi encama van êriş û talanan û têkiliya di navbera Samî û Ariyan da, li bakurê Mêzopotamiya, li bajarê Aşûr û derdorên wî gelekî (miletekî) têkil ji Samî û Horiyan, bi çand û serdariyeka Samî peyda bû . Wan împeratoriyeka har û êrişkar avakir û di pey ra hêza wan li Meopotamiyayê da ser hêza Babiliyan, êriş û talan birin warên pêşiyên Kurdan wek Sobarî, Horî/Mîtanî, Manayî, Xaltî (Urartu) û Medan. Hukumdariya Aşûriyan hukumdariyeka zordar û xwînrêj bû. Dawiya dawî, gelên çiyayên Zagros, pêşiyên gelê Kurd, bi rêveberiya Medan û piştgiriya Babiliyan împeratoriya Aşûr sala 612-an b.z. hilweşandin û wisa ew û hevalbendên wan Babilî(Keldan) bûn serdarên rojavayê Asiyayê .

 

Li hêla din deştên bakurê Sûriyayê û kenarên Derya Sipî bûbûn meydan û tirada keftelefta navbera gelên çiyayî bi rêveberiya Horî/Mitaniyan û gelên beriya Sûrî yên Aramî. Lê belê gava derdora salên 1360 b.z. împeratoriya Hitît Paytextê Mîtaniyan Waşokanî (Serê Kaniyê) vegirt, Aşûriyan ji bakur û rojhilat da warên Mîtanî/Horiyan xistin bin serdariya xwe û mîrîtiyên wan yên biçûk bi xwe va girêdan . Bi vî awayî, li dora salên 1100 b. z. meydan ji Aramiyan ra vekirî ma.

Rêyên Bazirganiyê yên Cîhanî:

Sedemên şer û keftelefta gelên çiyan û gelên biyabanê li ser herêma Mêzopotamiya sedemên aborî û geo-siyasî bûn, ji ber ku di vê herêmê ra du rêyên bazirganiyê yên cîhanî derbas dibûn:

1- Rêya Hevreşîm (herîr): Rêya Hevreşîm damara bazirganiya cîhanî bû, ku ji welatê Çîn destpêdikir, di navenda Asiya û bakurê Textê Çiyayî Ariyanî ra derbas dibû, ji wir li hinda bajarê Rege(Rey, nêziya Tahrana niha) ber bi başûr va xwar dibû, dihat Akbatana (paytextê Medan, Hemedana niha) û di başûrê Kurdistanê ra dihat heya welatê Somer û bajarê Babil (nêziya Bexdada niha). Ji wir ev rê êdî dibûn sê rêyên sereke:
- Rêyek ji wir dihat heya bajarê Palmîra (Tedmura niha) û pêra digihîşte Hums û kenara Sûrî (Derya Sipî).
- Rêya duwem ber bi başûr va dihat, başûrê Urdin û Felestînê derbas dikir, bi rêya deryayî, di Derya Sor ra û bi rêya hişkayî, di biyabana Sinayê ra digihîşt Misirê.
- Rêya sêhem ji Babil dihat heya bajarê Heřanê (li nêziya Urfaya niha), ji wir dadiket bajarê Kerkemîş li ber Ferêt û ber bi rojava da diçû heya kenarên Derya Êgge (Îcce). Iskel û bajarên li ser Derya Sipî, di warên bazirganî, çandî û siyasî da bûbûn navendên têkiliyê di navbera seranserê Asiya û Ewropayê da.

2- Rêya Pixûrê: Rêya pixûr û biharatan damareka din ya aborî cîhanî bû. Vê rêyê ji Rojhilata Dûr, ji başûrê welatê Çîn destpedikir, di ber kenarên welatên başûrê Asiya ra dihat heya îskelên başûrê welatê Yemenê. Ji wir ber bi bakur va di Hîcazê ra, di ser bajarên wek Mekke û Yesrêb (Meddîne) ra  dihat heya başûrê Urdinê. Ev rê jî li wir dîsa dibûn sê rê:

 

- Rêyek diçû navenda Mêzopotamiyayê.
- Rêya din di Felestînê ra dihat hundirê Sûriyayê û kenarên wê li ser Derya Sipî.
- Rêya sêhem di biyabana Sinayê ra bi rêya hişkayî diçû Misirê.

Nexşeya Geo-Siyasî ya rojavayê Asiyayê di wê demê da berî ketina împeratoriya Medan sala 550 b.z. bi wî awayî bû. Di rewşa wê demê da bi gelemperî bidestxistina erdnîgariyê ji bo armancên aborî û geo-siyasî hewceyî sê hêmanên girîng bû, ku bi hev ra pêkbên û li gel hev biguncin:

1- Diviyabû rêveberiyeka zana, tund, hişk, û pir caran fêlbaz û xwedî biryar hebe, ku dîtina wê ya stratêgî pragmatîk be, bi pilan û tedbîr be, bikaribe gel organîze bike û pilan û projeyên xwe bi çalakî û huner pêkbîne.

2- Diviyabû xwedî hêzeka leşkerî pir bi rêk û pêk, bi bawerî be, li gor fermanên rêveberiyê tevbigere, bi sihêt(tecrûbe) û bi suř be, hem fedakar be û hem jî teknîk û rêbazên here baş û nûjen (yên dema xwe) bi kar bîne.

3- Diviyabû hem rêveberî, hem leşker û gel xwedî yek bîr û bawerî bin. Ev bîr û bawerî hem di wê demê da û hem jî di demên pişî wê da bi olê (diyanetê) pêkdihat. Olên wê demê û yên piştî wê, yan pir-Xwedawend bûn ,xwedawendekî/ka gewre di nav wan da hebû û di perestgehan da digihîştin hev (Pantheon); wek xwedawend Merdox li Babil û wek xwedawend Jupiter li Ba Romaniyan. Yan jî yek Xweda bû, ku xwedayekî din li hember wî tinebû. Ev yek Xweda hin caran taybetiyeka neteweyî li ser hebû; wek Xwedayê Aşûr, wek Yehwe; yan jî taybetiya cîhanî didan ser; wek Xweda li ba Xirîstiyanan û Xweda (Allah) li ba Misilmanan.

Daku em dîroka Kurd û Kurdistanê bi giştî û gelemperî têbigihînin û bi taybetî wan demên, ku Kurdistan ket bin serdariya Xîlafeta Erebî-Îslamî, divêt em li gor van rastiyên dîrokî û geo-siyasî lê temaşe bikin û ji wir da em lêkolîneka kûr li pêwendiya navbera bidestxistina erdnîgariyê û çand û siyasetê da bikin. Em li gor wê lêkolîna xwe li helwesta Îslama Siyasî ya niha ji doza Kurd û Kurdistanê, bikin û têbigihînin.

Çi dibe bila bibe, divêt Kurdistan seranser rizgar bibe!



ارسل تعليق

محتويات هذا الحقل سرية ولن تظهر للآخرين.