Dr. Sozdar Mîdî (E. Xelîl)wergera ji erebî: Mustefa Reşîd : Rastiyên Dîrokî.. û Rêya Yekane li ber Kurdan

2013-12-30

Di liv û meşa dîroka mirovayetiyê da tevlihevî tine ye. Lê belê hin rastiyên bingehîn serdariya wê dikin, li ser wê hukumdarin û pêra hem rêya wê û hem jî çarenûsa neteweyan diçespînin. Ji lewra gelek girînge, ku mirov li dîroka cîhanê vegere û pendan jê wergire, ji ber ku dema derbasbûyî ji dema niha û ayendê bi ti awayî nayê birîn. Birêz Gaston Botol gotiye: “Ya girîng ewe, ku tu zanibî bahoz ji kîjan alî va tê, daku tu xwe neavêjî ber lehiya wê û bi lê da neçî“( ). Ji lewra pir girînge, em wek Kurd, aliyê ku bahoz û bapeşk jêva dihat û niha jî jê tê, aliyê bahoza rastiyên dîrokî baş nasbikin û xwe neavêjin ber wê. Ew rastî jî evin:

Çar Rastiyên Dîrokî
Rastî (1): Şerkirin li ser Erdnîgariyê: Birêz Maurice Duverger dibêje: “Erdnîgarî dota dîrokê ye, bi qasî ku dayîka wê ye jî”( ). Ev rastî ye, û gava erdnîgariya neteweyekê tê talankirin, netewe bi dawî dibe. Hên ji destpêka dîrokê da şerê di nav mirovan da li ser erdnîgariyê ye û hên jî ev şer berdewame. Ji ber pirbûna gelha her welatekî, ev şer wê hên jî tundtir bibe û di siya vê rastiyê da, em dikarin, ev şerên ku niha pêketî ne jî şîrove bikin. Hevrikî û bizava hêzên mezin ku herdu polên erdê têxin bin serdariya xwe û herwisa gera li esman û bizava ku xwe bigihînin exterên din jî dîsa ji bo vê yekê ye.
Rastî (2): Bidestxistina Hêz û Şiyanê: Ji bo destxistina erdnîgariyê û parastina wê du şêweyên hêz û şiyanê pêwîstin: Hêza parastina erdnîgariyê û hêza bi tirs û sawîr ji bo vegirtina wê. Siyasetmedar û rêberên mezin, di dîroka mirovayetiyê da, girîngî û hebûna hêzê dubarekirine. Machiavelli gotiye: “Bihurîna dîrokê ji me ra çespandiye, ku pêximberên hêz û çek bikaranîne serkevtî bûne, lê belê pêximberên bê hêz û çek têkçûne”( ). Li gor dîtina fîlosofê almanî Friedrich Hegel: “Maf divêt bi hêzê bê pêkanîn - di rastiyê da - maf hêz bi xwe ye”( ). Filosofê almanî Friedrich Nietzsche jî diçespîne, ku “pirs pirsa hêzê ye, ne pirsa mafe”( ). Dibêjin ku Napoleon gotiye: Cihê ku agirê topên te digihîniyê, serdariya te heyanî bi wire.
Rastî (3): Yekbûna Nawenda Siyasî: Her neteweyek nikare bi hêz bibe, heger di bin sîwana nawendekê da nebe yek. Her gelek ku di warê dîtin, armanc, helwest û daxwazan da ne yek be, nikare bi hêz û xurt bibe û nikare di ber hebûna xwe û welatê xwe da berevaniyê bike. Niha pirs ewe, ku çawa yebûna nawenda siyasî (rêveberî) pêktê? Zanayên civaka her gelekî wê nawendê avadikin û ewin, yên ku dikin çanda neteweyî di nava gel da rahên xwe berde, ewên jî yên ku hişyariya neteweyî dikin malê gel, û wisa giyanê neteweyî diafirînin. Ew dîtina neteweyî ya hevbeş û daxwazên neteweyî li hev dihûnin û wisa tevaya gel dikin xwedî ten û laşekî çandî, siyasî, aborî û leşkerî.
Ev rewşa jî ewe, ya ku Pêximber Mihemed û hevalbendên wî di nav êl û eşîrên Ereban da di destpêka sedsala 7-an ya zayînî da pêkanîn. Ev rewş bi xwe ye jî, ya ku Cengîzxan di nav êlên Mixûl û Teteran da di destpêka sedsala 13-an da pêkanî, û wisa jî ya ku George Washington û hevalên wî li Amerîka di sedsala 18-an da afirandin.
Rastî (4): Avakirina Dewletê: Dewlet ne bi tenê ewe, ku ji saziyan pêktê; dewlet hişyariya tevayî ya neteweyê dinimîne. Ew haşê tevayî yê avakirî ye, ku di saziyan da tê xuyakirin; ew nimayendeyê yekeme ji bo "Eza Neteweyî/Niştimanî", ji bo "Vîna Neteweyî/Niştimanî". Dewlet zirxê parastina hebûna neteweyê û nasnameya wê ye. Her gelekî ku dewlet pêkneaniye, di destê hêzên koloniyalîst û dagîrker, yên cihanî û herêmî da bûye lîstik.
Her zanayekî dîrokî ku bi mijara neteweyan ra xerîk bûye, herdem dewlet wek hêmanê herî girîng dîtiye. Em ji pendên Konfoşyosê Çînî (479 b.z.) ji siyasetmedaran ra destpêbikin, di Aflatonê Yûnanî (347 b.z.) û pirtûka wî "Komar" ra derbas bibin heyanî em digihînin Friedrik Hegel-ê almanî (1831) yê ku dewletê wek “xudayekî ku li ser zemînê dimeşe dibîne”( ).
Rêya Yekane ya Kurdistanî:
Ji ti kesî nayê veşartin, ku rêya neteweya me ji 25 sedsalan û bi vir da, li gor neteweyên cîran, rêyeka susret û bi fêşe. Û Nayê veşartin, ku pirsgirêka me ya bingehîn ne standina mafê hemwelatiyê di nav dewletên dagîrkerên welatê me da ye. Pirsgirêka me ya bingehîn parastina nasnameya me û hebûna me wek neteweyekê ye. Ev pirseka hebûn û tinebûnê ye. Bi gotineka din: Ev pirsa parastinê di ber mirovayetî, azadî, nirxên me û payedariya me da ye. Jean-Jaques Rousseau gotiye: “Destberdan ji azadiyê wek destberdan ji wê yekê ye, ku tu mirovî yan na”( ).
Rêyeka din li ber me nîne, ku tenha em berevaniyê di ber hebûna xwe da wek netewe bikin. Pilanên nû yên bindestkirina herêma Rojhilata Navîn bi rûyên xwe yên farisî, turanî (turkî), erebî û erebkirî, bi xwe dûndayên pilanên talanên kevin û berê ne. Rêberên van pilanên nû bi serhişkî dixwazin ku welatê me hên di bin dagîrkeriya wan da bimîne, em her kole û bindestên wan bin. Niha jî destpêkirine, ku pilanên xwe yên firehkirina qada xwe ji nû da bi kiras û xeftanekî îslamî vedijînin, daku bi van tewran dîsa nêçîrvaniyê li me bikin. Tevî ku dibêjin hemû misilman birane, lê belê, ew har û şêt dibin, hema gava em daxwaza Mafê Çarenûsa xwe dikin. Yan jî bi tenha gava em dixwazin navên gund, bajar û warên bav û kalên xwe vegerînin, ku wan bi pilanên fariskirin, turkkirin û erebkirinê guhertibûn.
Belê rêyeka din li ber mê nîne û ne jî dem ji xew, xilmaşbûnê ra maye, ku em têkevin daf û xefikên sozên wan yên derewîn. Ramanên rêberên van pilanên talanker, yên nû, bi çanda talan û dagîrkeriyê, bindestkirina gelan, pişaftina çand, nasname û hebûna wan dagirtî ne. Gelek nîşan ji wê yekê ra hene, ku heya niha di bîr û ramanên wan da ti cih ji bingehên demokrasî, federasiyon û konfederasiyonê ra tine ye. Ew wek pêşiyên xwe yên talanker bi hildana durişmên boyaxkirî û derewîn gelek jîrin, lê di hinavên wan da kîna reş hildiavêje.
Pêşiyên me yên Mad serdarên Rojavayê Asiya yên bê hempa bûn, Û ew bûn yên ku hemû gelên Rojavayê Asiya ji bin nîrê zordariya Împaratoriya Aşûrî rizgarkirin, asayîş û aşîtî li herêmê bi giştî peydakirin. Û berî wan pêşiyên me yên Gutî, Hûrî û Mîtanî ji hêzên herî xurt li vê herêmê bûn. Ev jî tê wê wateyê, ku em ne neteweyeka bê rah û dîrokin. Ji ber wê jî, em di warê dîrokî da namzetên wê yekê ne, ku em bi rola xwe ya rizgarî û çandî di vê cîhanê da rabin. Em di warê dîrokî da namzetên wê yekê ne, ku em bi tundî di hilweşandin û rakirina çanda tanlakirin, bindestkirin û pişaftina gelan da li vê cîhanê, beşdar bibin.
helbet bi tenha "xwe pesindana bi bav û kalan" ayendeka ronak ji gelan ra ava nake. Daku em rêya meşa neteweya xwe ya dîrokî sererast bikin, û em cihê xwe dîsa di bin roja dîrokê da vegerînin, pêwîste em hesabê van çar rastiyên dîrokî bikin:
- Parastina Erdnîgariya Kurdistanî
- Bidestxistina Hêza Kurdistanî ya Tund
- Pêkanîna Nawenda Siyasî Kurdistanî ya Yekbûyî
- Avakirina Dewleta Kurdistanî ya Serbixwe
Çi dibe bila bibe, divêt Kurdistan seranser rizgar bibe!



ارسل تعليق

محتويات هذا الحقل سرية ولن تظهر للآخرين.