آلان محمد بيري : Ji hebûna min tiwî
1]Pijmurdeme.....pîranîme
ji cîhan bo te byanîme
ji ber [2]qerqefê...dil lerizî
min ew cam ji dest te dizî
bi evîna dil....xizanîme
şev û rojan bi nalîn
ji rewan dertê ew ahîn
teneha ji xwe mame xemgîn
wê kul û kovanêt min bibin bengîn
ey bedew ....cana
ji dil evdalîme
[3]şekirxendê......hunermendê
vebistin em vê bendê
ji hev re em dimênin....
ji bapîrê perîşanîme
[4]vewesta dil ji nevzên beyan
dil hiştiye .......fîl ẍiyab
[5]xwindekara evîn....ciwan û şebab
min bi xwere birye.....pêl û ubab
[6]şigara dil kir.....
bi awirên xwenî cellad
ji kovanan re dibêje :
agirê evîn...di dil de dad
[7]surmedara min.....jar û janîme
ne bi olim...ne [8]mecos û manî me
ĥzkiry û evîndarê teme
[1] jar û xemgîn
[2] meya ko dihêle laş bi lerize
[3] keça ken xweş û şirîn
[4] rawestandin
[5] qiral.....seroxan....imbrator
[6] nêçîr .....rav
[7] ji çavên kilkilî re mere dibêje : surmedar
[8] ereba ji zerdeştiyê îran re digotin : mecos an mecûs
ارسل تعليق