rojhilata navîn : basil hussên

ey rojhilata navîn
xwedî gund,§ar,mîrni§în
ser tede hat gelek §în
gelek çêbûn §ane§în
te têkil da zerade§t
pi§tre misilmanan me§t
dirav,mor,çiya û de§t

ol ,dîrok ti§tek nehe§t
hatin sefewî û tirk
kurd ku§tin ew bûne firk
bûne mi§an ,pirk û birk
dizîn kevnetor û erk
parvekirin kurdistan
da ku ew têr nexwin nan
wan xort birin bi lekan
herne cenga kafiran
lê pi§tre xortên hêja
gotin em weke gêja
hatin bi wan qirêja
ew ne xwedyê nimêja
xwedanê §er û talan
parvekirin kurdistan
ser jêkirin bi dehan
xûn rêjkirin wek baran
hate cenga cîhanî
kurd windabûn yek carî
maf neman li wî warî
ew mane bin wî barî
ta çêbû gelek dewlet
kurda go nema mihlet
rahijtin das û halet
çêbû mhabad bi himet
le§kerê sor ew parast
ji dijminê har û mast
dawan mayîn û dast
ji wanre got raste rast
guherî çerxa felek
avakin burca belek
dijmin nikarê bi lek
emê wan bukjin yek yek
lê soviyêt bi dizî
peyman da yê kernizî
vek§în le§kerê rizî
ti§tek nema ta derzî
eve rew§a hejara
tukes nema bi wanra
wek tûtika li dera
hêka dike ji têra
darvekirin li qadê
ta ew nebirin dadê
sitembaran go yadê
em natirsin ji qadê
li iraqê ew ereb
pêxwas ,birçî,bê edeb
xwedanê la§ê cereb
wan kurd ku§tin bê sebeb
li sûrî rijêmê go
kurd bê nasnamene ho
welatê wan nîne lo
mafê wan bixun hero
dawiya wê dibêjin
emê kurda bisojin
dê xûna wan bino§in
welatê wan bifro§in



ارسل تعليق

محتويات هذا الحقل سرية ولن تظهر للآخرين.