Jan Dost di roja helbesta kurdî de xelata Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên kurd wergirt

Jan Dost di roja helbesta kurdî de xelata Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên kurd wergirt.
Di vê festîvalê de ji gelek bajarên cuda yên Ewropa helbestvan, nivîskar, rojnamevan û hunermend beşdar bûn.
 
Helbestvanan helbestên xwe xwnedin û helbesthezan jî bi kêf guhdarî kirin.
 
Festîval hem ji bo helbesta kurdî bû rojeke xweş, hem jî di vê rojê de munasebeta ku helbestvan û nivîskarên Kurd hev nas bikin, peyda bû.
 
Di festîvalê de romanivîs û nivîskarê Kurd Jan Dost, ji ber xebat û keda ku ji bo edebiyat kurdî dide û ji bo berhemên hêja yên ku pêşkêş kirine, hate xelatkirin.
 
Jan Dost di dema xelatgirtinê de, spasiya xwe ji bo beşdar û birêvebirên Roja Helbesta Kurdî pêşkêş kir û got ku hîn gelek kar hene ku ew bike û ewê di vê riyê de neweste.
 
AVESTA KURD – Essen
 
 
عقدت في مدينة ايسن الألمانية بتاريخ 14.10.2012 فعاليات يوم الشعر الكردي برعاية جمعية نوبهار الثقافية ورابطة الكتاب والصحافيين الكرد في الخارج. وقد حضر هذه الفعاليات جمهور من المهتمين بالشعر والأدب الكرديين وتناوب على إلقاء القصائد العديد من الشاعرات والشعراء الكرد خارج الوطن. 
الجدير بالذكر أنه يتم كل سنة تكريم كاتب كردي لجهوده في خدمة الثاقفة الكردية وكان التكريم لهذا العام من نصيب الكاتب الكردي جان دوست الذي يقيم منذ العام 2000 في ألمانيا.
وقال دوست في كلمته عقب تسلمه الجائزة أنه سيواصل مشواره الأدبي ويتحف شعبه بالمزيد من النتاجات.
 

 

 

 



ارسل تعليق

محتويات هذا الحقل سرية ولن تظهر للآخرين.