Kefen diz

2012-10-08

Tiştê îro li welatê ereba tê kirin ,ku bi "buhara ereba" tê bi nav kirin ,ev -buhar - wekî  tê şopandin ji bilî lîkolînvana’ve ,roj  bi roj tê xuiyanîkirn  û zelalkirin, kû, tu xweşiyê, dernaxê holê ji mirova’re, û, hem jî, ji welatiyê van welatan’re. 

 

 sedma wê jî ewe, kû, hêzên  olperist û, bi teypetî "exwan el muslmîn" û hêzên"el qaayda" û bi dil xweşiya emerîka’ve, kû rêk û pêkan ji wan’re  vedike, kû, di rojên pêş'de,  wê bibn'e deshiledarên nû di hermê'de.

Ev” buhar”, buhara muslmana'ye, ne ya kesîdin'e ,lewma em dibînin -ne xasim -di sûrî’de her kes tevlî vê” buharê”,u ,vî şerê çekdarî nebûye.

Kurd, xirstiyan"ermen,sueiyan,asûr",durzî,elewî,û gelek mirovên lîberal,qominist,zaniyar,pêşverû, man li dervî vê-buharê-…!

Evên mane li derve, ne kû, naxwazin rêjîmê hilweşînin, yan ji ne li dijî rejîm’ne -na ne xêr- ew berî her kesî di xwazin, u hewl didn ku ber û jiyanek, nû jen, u dîmuqrat’ve herin,lê tiers ewe, ka, ewê ku di pêşe rojê’ de  werin, wê bi çi rengî bin…?

Ber’ê rewşa sûrî  ketiye tengayek mezn, ev şerê nav xweyi’e, gihaiye qunaxeke, ku” her kes herkesî dikuje” reş û sipî tev li hev bûiye.

ro bi ro -buhar- di be jivstan,u, jiyan li sere mirovên surî dibe goristan. 

ev pîkoli, ya ku, îro li sûrî tê kirin , ji bin hemî navên-mîna- şoreşa, buhara,serhildana, derdkeiya.

êdî, tê xuiynîkirin, ku, rewş -hemû rewş- ber bi paşketineke şarstaniye ketiya, u, ber bi  qirkirnên mezin’ve diçe.

 Rewş hatiye estekê, ku, - hin mirov- edî dixwazin ku rewş vegere paşde,  wekî mirovên ,ku, li kefen diz poşman bibin. 

xwendevanê hêja, ji bo win gelekî mijûl nebin bi gotina kefen diz’re, ezê, çîroka kefen diz ji we’re bêjim.

li gundekî, dizek peyde bûbû,vî -dizokerî -tiştek ne ma, ku, ne di dizî-kuro- ji hêkê mirîşka bigre, tanî berxkê li ber miyan.

hemû ziyanên wî li alîkî, û diziya kefenê miriya, li alîkî dine.

gundiya  ji ber dabû qaqa reş, û, nizanîbûn çi çarê bikin...wî şerşêkin, wî bikujin, bisotînin, ji ber tu çara bi dest ne dihat girtin..!.

ger çarekê şop çûba ser”dizoker” jî,hezar sûnd di xwar, û, pelê quraanê tanî firngekî qul.

ez serê we na êşênim,dizokerê’me dimre-dûrî we- di kewite. 

Gundiya, ew veşart, gonçalek kûr jêre kolan û bin ax kirin, û- qaşo- miriyê xwe jê rizgar kirin.

gundiya beriyarek” di nav bere xwe’de” dan ku tu caran "rehmê" li kefen diz ne kin.

Kurê  kefen diz, roj bi roj,  mezin dibê bi çîroka bavê xwe’re. kû,  yek ji gundiya rojekê "rehmê" li bavê wî nakin, hema wî jî ,sûndekê xwar, kû, wê bihêle her kes poşman bibe li bavê wî, û, sed sersaxiyê jê’re buxazin.

kurê kefen diz, bi şev diçû nav mezel ,her mirîk di mir ,ne tenê kefenê wî di dizî,  lê belê, darek jî dixiste qûna wî.

carekê-du cara-gundiya bi vê buyer’ê hisiyan, û deng bi kurê kefen diz di keve. 

heme ro bi ro, her kesî ,di ber xwe’de di got: hezar"rehmet" u sersaxî li gorna kefen diz’be

 

Mahmûê xelîl

qamşlo.6/10/2012