Narîn Omer : Reng û dengê te

Nizanim ew rengê te bû
bi nîgaşa min re kenî
Nizim ew dengê te bû
di bîroka min de jenî
      Delalê min  hevalê min 
      bêje va ev dil sekinî
 
Ew ne xewne xewneroje
hemî demaran disoje
Him bihişte carna doje
baxê xewna min diçinî
      delalê min hevalê min
      bêje va ev dil sekinî
 
Emir bûrî l,te digerim
nizanim bi kûve herim
li erd û ezman dinerim
tu li jorî yan li bin
       delalê min hevalê min
       bêje va ev dil sekinî