Narîn Omer : Rewşen Bedirxan simbila evîniyê…

Li ser hestên tiliyên te… 
helbesta jinan
bi deng û reng dibê
Bi pêlpêlokên… 
dengê te re
dayîk zarokan 
dirazînin.. û
çîroka te û malbate 
mîna serêlî û payîzokan
ji wan re distirînin
Bi rengê canê te.. 
keçikên me 
rengên kiras û xiftanan xemildar dikin
Navê te... 
fena peyva evîniyê
di asoyên giyanê me de
semadariyê belav dikê
Gurzek evînî 
ez tevlî qeftên evîniya te 
dikim û
silavên ji dil di kakila
dilê te de diçînim… 
Rewşena xatûn… 
Rewşena mamoste… 
Xebatkar û lehing…!!!
asoyên hezkirinê bi te
bilindtir dibin... û
biharên welat.. 
bi geşbûna dilê te
payadr dibin.