Ayîna Xûramî di Jêderên Îslamî da Heyamên perçiqandinê: Di dema padîşahê Axemenî Darayê Yekem da (522 - 486 b.z.) Zerdeştî bû ayîna fermî ya Dewleta Farisî û ev rewş di Dewleta Sasanî da jî berdewam bû. Van dewletên farisî siyaseta perçiqandina ayînî

2016-05-19

Ayîna Xûramî
di Jêderên Îslamî da
 
 
Heyamên perçiqandinê: 
 
Di dema padîşahê Axemenî Darayê Yekem da (522 - 486 b.z.) Zerdeştî bû ayîna fermî ya Dewleta Farisî û ev rewş di Dewleta Sasanî da jî berdewam bû. Van dewletên farisî siyaseta perçiqandina ayînî li dijî şaxên Yezdaniyê yên din wek Mîtrayî, Manewî û Mezdekî berdewam kirin. Ev siyaseta han di serdema Xîlafeta Îslamî da jî berdewam bû. Evên ku dihatin perçiqandin bi sê şêwazan li ber xwe dan û xwe ji kuştinê parastin:
 
- Yekem: Hinek vekişyan herêmên asê û dûr ji nawendên şaristaniyê.
- Duwem: Hinekan ji neçarî dev ji ayîna xwe berdan û ayîna fermî ya dewletê wergirtin.
- Sêhem: Hinekan hin sembol û dêlîndêzên ayîna fermî xistin nav ayîna xwe ya resen.
 
Wek ku tê xuyakirin, Yezdaniyan ev hersê şêwe bi karanîne. Lê belê, şêwazê sêhem (tevlêkirina sembol û dêlîndêzan nav ayîna xwe) şêwazê herî fireh bûye. Wisa xuyaye ku di serdema Sasanî da jî çiyayên başûrê Kurdistanê û çiyayên rojhilatê Kurdistanê (Azerbeycan jî di nav da) û hin herêmên Xurasanê jî warên xweparastina Yezdaniyan bûn; bi taybetî jî ji bo Mezdekiyan. Dema ku talana erebî sala 16-an goçî / 637-an z. gihîşte Kurdistanê, pir Yezdaniyan ti rê têda nedît ji bilî ku xwe bispêrin Dewleta Xîlafetê û pir kesan ji wan tenha bi dev Îslametî wergirtin daku jiyana xwe biparêzin.
 
Di serdema Xîlafeta Umewî da pêlên siyaseta nijadperest li dijî gelên ne Ereb (Mewalîمَوالي ) bêhtir û tundtir bûn, û li kesên ne Ereb bi nizimî û sivikahî hate temaşekirin; standina bac û seraneyan li ser wan girantir kirin. Ev kiryar bûn sedem ku cemawerên gelên ariyanî bi girseyî tev li şoreşa rêveberê Kurd Abo Muslimê Xurasanî bibin. Ew şoreş bi navê "Al El Beytآل البيت" (Beno Haşim) bû. Lê belê di pey ra kurên malbata Ebbasî (neviyên Ebbas, apê pêximber Muhemed) ji xwe ra bi karanîn, û kurên malbata Elewî (neviyên Elî علي , pismamê pêximber Muhemed û zavayê wî) bi dûrxistin.
 
Ebu Muslimê Xurasanî di sala 132-an goçî / 755-an z. da Xîlafeta Umewî roxand û Xîlafeta Ebbasî avakir. Gelên ariyanî hêvî dikirin ku rewşa wan di dema xîlafeta nû da baştir bibe. Lê belê, hêviyên wan hatin şikestin; bi taybetî jî dema ku xelîfeyê duwem yê Dewleta Ebbasî Ebu Ce'fer El Mensor أبو جَعْفَر المَنْصور bi doxmanî (îxanetî) Abu Muslimê Xurasanî vexwende koşka xwe û ferman da ku wî bikujin. Di wê salê bi xwe da şoreşa yekem ya gelên ariyanî li dijî Dewleta Ebbasî destpêkir û şoreşgerên wê bi navê "Xûramî" hatin naskirin. Ayîna wan bi navê "Xuřemiye خُرَّمِيّة  " hate naskirin. Lê ya rast "Xûramiye خُورامي  " ye. Gelo rastiya vê ayînê çi ye?
 
Ayîna Xûramiye:
 
Gotin û peyvên nivîskarên Misilmanan yên pêşîn derbarê ayînên Ariyaniyan bi giştî ne bê layenin. Wan ev tişt di bin bandora du hêmanan da nivîsandine:
 
- Yekem: Helwesta Îslametiyê ya dijminane ji wan ayînan. Ji aliyê Îslametiyê da ew di xana Mecosiyê da hatine rêzkirin. Helbet, mebest jê (perestina agir, duxwedawendî û nebawermendî ye (kufir)).
 
- Duwem: Helwesta dijminane ya Dewleta Xîlafetê beramber alîgirên wan ayînan. Bi taybetî jî ji demekê heya demeka din bi şoreşên gelek tirsnak li dijî xîlafetê serî hildidan.
 
Wisa jî rewşa nivîskarên Misilmanan yên pêşîn li gel ayîna Xûramiye ye. Ew hin caran bi şêweyê "Xûřemdînî خُرَمْديني  " bi navkirine; yanê alîgirên ayîna "Xûřemî". Hin caran jî jêra "Batîniye باطني " (yên ayînveşartî) gotine. Yanê ew kesên ku rastiya baweriya xwe vedişêrin; û peyva "Xûřem" wisa şîrove kirine ku ev navekî Ecemî ye û tê maneya "tiştê xweşik û bi çêj". Helbet mebest jê "çêja cinsî" ye.
 
Hin nivîskarên Misilmanan yên kevin gotine ku "Xûramî" bêşeref û serberedayî ne, didin pey şehwetê û ku ev navê "Xûremî" yê Mezdekiyê bû û ew jî yên serberedayî ne, ji Mecosan, alîgirên Mezdek . Û dîsa gotine ku "Xûramî roja qiyametê înkar dikin, ji ber ku ew bawer dikin ku xêr û seza bi veguhartina giyan li vê cîhanê pêktê" . 
 
Izedîn Ibin El Esîr عِزّ الدِّين ابن الأَثير gotiye:
"Derbarê Batîniyan, jêra gotine "Xûremdîniye" ji ber ku tiştên ĥeram helal dikin wek vexwarina meyê û zînayê, û tiştên din yên pê çêj û lezetê dibînin. Dema ku ev kes bi serberedayiya mezdekî ji Mecosan şibihandine, ewên ku di serdema Qubad da derketin, jin û tiştên ĥeram, helal kirin û Enoşerwan ew kuştin, ji wan ra gotin "Xûremdîniye", ji ber ku ji Mezdekiyan ra jî ev nav digotin" .
 
El Sem'anî El Merwezî السَّمْعاني المَرْوَزي  di danasîna "Xûremî" da gotiye:
"Ev nav vedigere ser şaxekî Batîniyan ku ji wan ra "Xûremdîniye" dibêjin. Yanê ayîna wan wek daxwaz û çêja dilê wane. Ew wisa hatine bi navkirin, ji ber ku ew tiştên ĥeram ĥelal dikin, wek vexwarina meyê, çêjên din û şûbûna yên ĥeramkirî û kirina tiştên ku ew lezetê jê dibînin. Û dema ku ew bi serberedayiya mezdekî ya ji Mecosan şibihandin, ewên ku di serdema Qubad da derketin û hemû jin helal kirin, hemû tiştên ĥeramkirî jî ĥelal kirin, heya ku Anoşerwan kurê Qubad şerê wan kir. Ji vê şibihandinê ra "Xûremdîniye" hate gotin; wek çawa ji Mezdekiyê ra jî Xûremdîniye gotin" .
 
Piraniya nivîskarên Misilmanan yên kevin, yên ku derbarê Xûramiyan nivîsandine, ew bi van rewiştên derbasbûyî derbirîne (serberedayî, hezkirên şehweta cinsî) û ku ew Batinî ne, ji alîgirên Mezdekin. Hin nivîskarên din hene ku hinekê derbarê baweriya Xûramiyan bi berfirehî nivîsandine. Emê ji wan tiştên ku El Mutehêr Bin Tahêr El Meqdîsî المُطَهَّر بن طاهِر المَقْدِسي  nivîsandiye bînin ber çavan:
 
1 - Bawerî bi Xwedayê ronahiyê (Ehûra) û Xwedayê tarîtiyê (Ehrîman) û bi berdewamiya kefteleftê di navbera wan da, û ku di dawiyê da Xwedayê ronahiyê wê biserkeve (ev tişt Mîtrayî, Manewî û Mezdekiyê tîne bîra me).
 
2 - Bawerî bi veguherîna giyan. Ev li ser wê yekê hatiye avakirin ku mirov namire, lê giyanê wî, li gor kar û barê wî, ji heyberekî derbas heyberekî din dibe; tiştê ku tê guhartin tenha nav û laşe.
 
3 - Hemû pêximber - tevî rêbaz û ayînên xwe - ji yek çavkaniyê werdigirin, û hêrzan bi ti awayî ji hev nayê biřîn. Di her serdemekê da kesek heye ku hêrzan ji Xweda da jêra tê.
 
4 - Hemû alîgirên ayînan li ser rastiyê ne, heger li ser xêrxwaziyê û karên baş berdewam bin û li ser karên nebaş ji sezayê bitirsin.
 
5 - Divêt mirov nerindiyê bi alîgirên ayînên din neke, û wan neçar tiştên ku ew naxwazin neke, heger ew aştîxwaz bin û cengê li dijî alîgirên ayînên din nekin.
 
6 - Qedexekirina şer û cengê û rijandina xwînê tenha di rewşên pir pêwîst da, heger yekî dijber xuyabû û şer li dijî alîgirên ayînên din destpêkir.
 
7 - Di rêbazên xwe da li pey rêberên li nav xwe herin, nav li wan dikin "Firiştekan", yanê (ferişt, melayîke) û di cudahiyên xwe da bi fermana wan razî bin.
 
8 - Pîrozkirin bi mey û vexwarinê (nîşana bi wê yekê ku Yezdanî vexwarineka pîroz ji hin giyayan derdixin, wek giyayê pîroz Hawma ku tev li şîr dikin).
 
9 - Baldariya tund bi paqijî û xawênbûnê, nêzîkahî li xelkê, dan û standina nazik li gel wan, pêkanîna karên baş li gel wan û pêkirina qenciyê bi wan.
 
10 - Baweriya hin Xûramiyan bi azadbûna jinan, heger ew razî bin, û azadbûna her tiştê ku dilê mirov dipijiyê û ber bi wî va tê kişandin, bi mercê ku ti ziyanê negihîne kesekî din .
 
Ev bûn bi kurtahî tiştên here diyar derbarê "Xûramiyan" (Xûřemiyan) û niha ma ku em rastiya ayîna wan nasbikin.
 
 
Çarşemb, 18.05.2016