Helbest:millet.fîraz murad‏

 
Derya direx bajarê te de va dibê tarî
Roj ava dikin li te bi zorê milletê min
Reş tave biser qade te de va tê bi gum gum
Kevrê sicîl yê bêne ta ka tû milletê min
Fulqanê dinav rêka te de yê bêne ser te
Pişta min tewandî ji tirsa te milletê min
Ser late evîna te li bendê te bi dil êş 
Gohdarî nemêne tê biwestê milletê min
Bê bext û nezane biweşêne ji dara xwe
Desta li xwe hilda bêne xwenda milletê min
Xelkê xwe fêrî zanîn û bingiha kurdî ke
Peyîtextê xelkê xwe bixe zanîn milletê min
Bayê sibê êdî bese dîwarê xwe rake
Germê ji xwer bêne bese serma milletê min
Şitlê gul û dara wekî qadî tû biçîne
Şêx seyîdê pîran him jî maşûq milletê min
Cameke nû deyîne ser findê agirî pêxe 
Şev wekî rojêke xwe bibîne milletê min
Mîro bi barê xwe ve bi çîyave diçê jor
Raketî nemêne bese rabe milletê min
Îro bi memlaketê ev mîro di cîhanê şerme ti bin dest û perîşanî milletê min