علي جل آغا : Merga hejar
2015-09-14
Dîlana xemê tevna kulan di rêse û leylana zar û lal hevrikiya nervîna kenok dik
Paydarê temen û jiyana vajî sêwiranên çwp û genî di şopîne û kiryarên xapone pêk tîne ,
kanê sêrek îro mirove bira , ne kenokozên mirarin , ezê çibikim ji hewarhatina babidestan diroja qeyrana mezin de ,ez dimrim ji kerba karbesta tîl min veneşêrin
Bi tawana dîroka gong û ne aşan , û nemin radestî xwedanê şûrê lar bikin , lê mixabin neçariye çimkî nervîna mirov jê gewretire , û kesên raxistî liber serkêşiya viyanê biavrûtirin
Ji dad werên simbêl boq û şehkirî go min bişewitîne bi agirê dadayî bicawpêçan , dinava dojeha cemserêde .