Feras Murad : Helbest:yekbûn
2015-06-01
Kurdo bese çi lêdane
Çi şere ev çi kelane
Çi bare kî bazirgane
Kurdo bese çi lêdane
Min go weha nînin jime
Sed pirs ji bo wanê çime
Dim dim liser kurd dimdime
Her çax dijmin biserdane
Behra şevê behra xeme
Xwîna millet bû sîneme
Duha ser dijmin cehneme
Kurdo kuştin reş zîndane
Şeveq tenê xwe nadê me
Xwe nakê wek birayê me
Lewra niza li kûdê me
Kurdo kurdistan ne dane
Bo dewleta kêfa gela
Kurdo welleh ceger hela
Kêfa gella şerê gela
Çima kurdistan meydane
Tim û herdem bira xwazî
Nebê carek şer û gazî
Ji we dil îro dixwazî
Bese kurdo te çend dane
Zehmet ji kurdare nîne
Çi tû çi ez yek birîne
Yekîtî gellek şêrîne
Dijmin timî bi badane
Carek liba xwe meyzeke
Çara serê gel peydeke
Bira kujî bi perdeke
Ji hevre em can fidane
Helbest:fîras murad
© 2015 Microsoft Terms Privacy & cookies Developers English (United States)