علي جل آغا : BELALÎZK

Gurzek ji çîçekên beybûnê
şîrê gula dara lêlûnê
evîndarim çelenga ciwan
rabe were şahiya dîlanê

rewşa dila zehmet û jare birîn kûre bi ahîn û zare
bendewarim bo mizgîniyê
ey keleşê ji bîna şîlanê

nesrînê ax naznazê 
rabe were bilezê
diyarî te dil û ceger
binefşê ax mîna meranê

xecxecokê hey sor û şînê
gangiloka birengê xwînê
tenê ezman lime çavkaniye
li şengalê û hem li kobanê