علي جل آغا : RÊDAYÎN

 
bê behane ji min re bêje çawa gihiştî dilê min
tewanbarî heydê bêje tu bû barê ser milê min
ez belema xemên sala me herweha serdema
kul û derdame 
lê nayên veşartin şanaziyên min
bêje kengî dê werî bendewarim liber derî
bîne bi xwe re şenga zelaliya hezê
berî toto gulşenê bidizê
tu gulzera bênahiyê dîmenek ji darên zeviyê
agir dada di dilê xemgîn de 
arîna jînê dilovaniya aza pîroziyê
ezim lawê eware reviya me jiber desthilata zorê
tujî keça qirban xwîna te bû qelenê şaşîtiyê
balindeyên gîtarê di ber gorên zarokên kobanê re di bûrin lê nafirin ,ezman dikelê bi firokan
û zemîn biwe kargeha pepûkan,rewaka çivîkekî 
melisî mîna dîmenê dareke li daristanê ye û
sîwana pirpirîka mizgîniyê li gulistanê qermiçiye
her û her çerxa sawê digerînin ,hêvî û xewnên ciwan dihêrin û radixin liber tava havîna dexsê
hişk dikin û radestî bahozê dikin dema zivistanê
herweha pelên kesk û sura bê rojê dorpêçdikin
û dimînin li benda biryara havîna GERM .