fîraz murad : Gulperî
2014-11-15
Gulperî nazê ez kurdim
Ticarî ez te na berdim
Bi axa te yî zêrînkim
Bi çavê te yî şêrînkim
Tenê gotin min yek daye
Min dîn û dewlet xudaye
Ezê kurdbim heta bimrim
Ji cîhanêre na vemrim
Ne dengê saza xanêbê
Venakim guh çiqa lêbê
Ti bo min tişt û her tiştî
Ti bo min agir û piştî
Vedanî tû şewatî tû
Zîndan bo dijminayî tû
Ji neyyare re gorîstan
Ji bo wa tim şev û distan
Kurdo hetanî tû hebê
Dunya divê razan nebê
Zanin hemî tû dilbirîn
Kurdo bese lîstê bi xwîn
Ser dîlbera te têne hev
Îro ji meyîdanê ne rev
Barê xwe hilde ser mila
Partî bila hilkin çira
Rakin ji xwe navê berê
Mîkropên pîs ji xwe derê
Hemû bakin bi kurdistan
Ax kurdistan ax kurdistan
Îro kurdistana teye
Hebûn û nebûne teye
Êdî bese kurdê cîhan
Weha nabê qet ev jiyan
Êdî bese gazî dikê
Warê te pir tarî dikê
Singa welat gabarê geş
Hemrîn diqarê rabe meş
Latê liser axa pîroz
Deştû newal îro bi soz
Ger tû hebê ez bo te me
Ez bo şer û cenga te me
Îro çime çar par çeme?
Îro çime çar par çeme?
Îro çime.........?
Îro çime.........???