Ronî ELÎ : Kobanî

Koçberên di welatê xwe de

Penaberên rojê

Di boxçeyên milan de

Hêstirên jiyaneke avis

Vedişartin

Bangewaziyên Dergûşan

Baskên vegerê

Bi per nekirin

Nejî

Şirika devê mendalan

Gewriyên neçariyê

Şildikirin

Debêje dayê

Agirê di pişta me de

Xetîra Pêşerojê ye

 

 

Bîranînên me

Bi kevir û axa pişta Bapîran re

Weke tozê

Di gobega Çavn de

Hêlan dikin

Nameyên xoşewistiyê

Pênûsên mendalan

Di bin kuzota wêranê de

Siloganên vejînê

Radestî xewnên dildaran dikin

Debêje dayê

Agirê di pişta me de

Xetîra Pêşerojê ye

De bêje û bêje