fîraz murad : pînos

 
Pînosê de rab bi ser firazî
Can û cegerî ti îro sazî
 
Singa rû pelê sipî bê nave
Xwînê ji mêjî werêne çave
 
Cîhan jî hemî li te diyarin
Şînin bi te dîn jî ne beyarin
 
Neqş û neqaşe werêne ber xwe
Reş tarîya êdî rake ser xwe
 
Rewşen ke dinê hilêne perda
Nasînke li cîhanê me kurde
 
Jin ka jî werê piçûk û kala
Roj û miha jî werêne sala
 
Latê di dîrokê ser me rake
Yaqûb jî bi yûsivê wî şake
 
             Helbest:fîraz murad