علي جل آغا : PENABERIM

 
Bê gunehim dil bi jarim
çima ez bê dost û yarim
yanjî çima ku ez kurdim
bê piştgir û hem bê çarim
ne tu rewşe ev çi jiyane
têde dîlim û bê biryarim 
gazîdikim ezmanê şîn
her û her ez bi hewarim
fîxandikim gula bi bîn
dildarim ez evîndarim
kelha min dagîrkirin
ez bi girî û zare zarim
xaka min ziwa kirin
vederim îro bê warim
candekê min birîndare
ji kul û derdan  hejarim
cî vederim ewareme
penaber û tengezarim
buhara rengîn va hat
lê bê şad û bextewarim
ka dad û mafê mirovan
ma jiwan qey ez bê parim
ez neviyê ZEREDEŞTIM
ne kesê pêrar û parim
xwediyê pirtûka pîrozim
xwedî giyan û hestiyarim
ELÎ ÇIL AXA / علي جل آغا